Li Amedê binçavkirin hatin şermezarkirin: Qethiyen em ê paş de gav neavêjin 2023-04-25 13:21:46 AMED - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, binçavkirina rojnameger, siyasetmedar û parêzeran protesto kirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin got: "Qethiyen em ê paş de gavneavêjin û em ê di 14'ê Gulanê de vê desthilatê bişînin."    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Amedê de rojnameger, parêzer, siyasetmedar, şanoger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de zêdetirî 110 kes hatin binçavkirin. Li Amedê binçavkirin bi awayekî girseyî hatin protestokirin. Endam û nûnerên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl têkildarî binçavakirinan xwestin daxuyaniyê dan. Polîsan hewl da daxuyaniyê asteng bikin. Girseya ku li Kuçeya Hunerê ya li Semta Ofîsê ya navçeya navendî Yenîşehîrê kom bû, polîsan ew dorpêç kirin. Piştî vê girse xwest bimeşe. Polîs jî neçar man ku rê vekin. Polîsan destûr da ku girse li ber Buroya Hilbijartinê ya Ofîsê ya Partiya Çepên Kesk daxuayniyê bide.    'EM QEBÛL NAKIN'   Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî ku di nava dorpêçê de daxuyanî da, got: "Desthilata siyasî ku nikare li hemberî hevokên me, li hemberî gotinên me û siyaseta me siyasetê bike, tenê dikare parêzeran, rêveberên partiyê, şanogeran binçav bike. Em vê protetso dikin. Qethiyen em vî tiştî qebûl nakin."    'EM Ê WE BIŞÎNIN'   Paşê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî. Akin wiha axivî: "Em li her derî dibêjin: Em bi hilbijartineke dîrokî re rû bi rû ne. Tevî her tiştî jî, tevî hemû operasyon û astengiyan jî em ê li vir gotina xwe bibêjin û em ê dengê gelê xw eragihînin. Belê, îro di serî de Amed li gelek bajarên me operasyon hatin kirin. Hunermend, parêzer, cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP'ê hatin binçavkirin. Me û van hevalan bi hev re xebatên hilbijartinê dikirin. Em li vir bang li desthilatê dikin: Ya ku hûn dikin dek û dolabeke hilbijartinê ye. Hûn bi binçavkirinan kampanyaya hilbijartinê li dar dixin. Em li hemberî we gotina xwe dibêjin. Em li vir in û em ê di 14'ê Gulanê de we bişînin."    Akin anî ziman ku AKP'ê fêm kiriye ku di hilbijartinê de têk çûye û ji ber vê zext û zoriyê zêde dike û wiha domand: "Ev rejîma qesrê baş dizane li her derê welêt têk şikiyaye. Êdî qîmeta gotina wê nemaye. Riziyaye, qediyaye. Êdî tu tiştî tamûl nake. Va hûn dibînin: Em ê li vir daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, lê em bi her cure astengiyan re rû bi rû ne. Aliyek hemû derfetan bi kar tîne û aliyekî jî bi baweriya xwe, bi biryardariya xwe dixebite û têkoşînek heye. Aha, gelê me li vir e. Em gelê xwe temsîl dikin. Em li seranserê welêt têdikoşin. Qethiyen em ê paş de gavneavêjin û em ê di 14'ê Gulanê de vê desthilatê bişînin."    2 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Piştî axaftina Akin, girse bi berzkirina dirûşmeya bi tirkî "Dîrene dîrene kezanacagiz" (Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin) belav bû. Gava girse belav bû, polîsan ew dirpêç kir. Lê polîsan xebatkarê çapemeniyê yê HDP'ê Tumen Anli û endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Serhat Eren binçav kirin.