Demîrtaş: Soylu, hejmareke ji girseya mitînga xwe zêdetir daye binçavkirin 2023-04-25 16:17:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê kurd Selahattîn Demîrtaş têkildarî binçavkirinên dawî bertek nîşan da û wiha got: “Suleyman Soylu hejmareke mirovan a ji girseya mitînga xwe zêdetir di carekê de daye binçavkirin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî 126 kesên îro di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de hatine binçavkirin, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyam parve kir.    ‘DÊ NEKARÎN PÊŞÎ LI BER HATINA DEMOKRASIYÊ BIGIRIN’    Peyama Demîrtaş wiha ye: “Suleyman Soylu hejmareke mirovan a ji girseya mitînga xwe zêdetir di carekê de daye binçavkirin! Banga min ji bo hemû hevalên li 81 bajaran xebatên hilbijartinê didomînin ev e; xebatên xwe bi sebreke mezin û bibiryartir mezintir bikin. Dê nekarin rê li ber hatina aramî û demokrasiyê bigirin.”