'Desthilat wê bi van êrişên xwe têk biçe' 2023-04-25 18:14:17   SEMSÛR - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê bi daxuyaniyekê binçavkirina rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hûnermendan şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Bekir Gurbuz ku di daxuyaniyê de axivî, destnîşan kir ku desthilat nikare bi van êrişan encam bigre, berovajî vê yekê wê bi êrişên xwe têk biçe.   Rêxistinên Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Semsûrê tekildarî binçavkirina zêdetirî 100 rojnameger, siyasetmedar, parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li avahiya Partiya Çepên Kesk a Semsûrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Çerîtlî jî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Zext û operasyon nikarin pêşiya têkoşîna me bigrin" nivîsandî hat vekirin.    Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP'a Semsûrê Bekir Gurbuz ve hat xwendin. Gurbuz got: "Desthilata AKP-MHP'ê ku di qonaxa têkçûyine de ye, ji tirsa êrişî partiya me, rêxistinên sivîl û muxalefetê dike. Vê sibê li 21 bajaran operasyona ku navenda wê Amed bû, pêk hat. Di operesyonê de endam, hevserokên me, rojnameger, parêzer, hunermend jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Desthilat, dixwaze bi binçavkirin û êrişan emrê xwe dirêj bike."   'LI DIJÎ HILBIJARTINAN DARBE'   Gurbuz di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bi van binçavkirinan desthilatê li dijî hilbijartinên 14'ê Gulanê darbe dayê destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev operasyon êrişa li dijî civakê ye. Parêzerên ku li dijî diziyê wê sindoqan biparêzin, rojnamegerên ku wê raya giştî agahdar bikin, siyasetmederên ku li dijî desthilatê têdikoşin di heman demê de hatin binçavkirin. Ev binçavkirin ne tesaduf e. Desthilatê di destpêkê de bi destê çeteyan gef li civakê xwar, niha jî bi destê polîsan û dadgehê mudaxileyî hilbijartinan dike. Dadgeha ku çeteyên ku bi mirinê gefan li hilbijirê me dixwe ceza nake, tevlî kampanyaya hilbijartinê ya desthilatê bûye."    'BI ÊRIŞÊN XWE WÊ TÊK BIÇE'   Gurbuz di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku desthilat tevî hemû erişên xwe jî wê têk biçe û wiha got: "Ev êrişên dawî yên desthilata AKP'ê ne. Lê tu car ew êriş nagihêjin armanca xwe. Gelê me dê bersiva herî mezin di sindoqan de bide desthilatê. Desthilat bi van êrişan nikare encam bigire, berovajî vê wê bi êrişên xwe têk biçe. Em bang li hemû sazî û pêkhateyan dikin ku li dijî van êrişan berteka xwe nîşan bidin. Em bang li hemû kesan dikin ku xwedî li sindoqan derkevin."   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.