Mitînga Çewligê: Di 14'ê Gulanê de em ê bi hev re bi ser bikevin 2023-04-25 18:44:23 ÇEWLIG - Partiya Çepên Kesk di mîtînga xwe ya Çewligê de destnîşan kir ku wê gel di 14'ê Gulanê de mohra xwe li Partiya Çepên Kesk bixe û Tirkiyeyeke nû ava bike.  Partiya Çepên Kesk li Çewligê bi dirûşmeya “Em ê bi îradeya bi hêz a gel jiyanê biguherînin” mîtîngek li dar xist. Mîtînga saet di 11:00'an de li Qada PTT'ê dest pê kir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetullah Aştî, Parlamenterê Çewligê Erdal Aydemîr, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Omer Faruk Hulakû, Cemîle Turhallî û Faruk Aris, xwişka Mazlûn Dogan Serap Mûtlû û Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Alimên Olî û gelek welatî beşdarî mîtîngê bûn.     Ewilî Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemîr axivî. Aydemîr di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa salên dawî û ev tişt anîn ziman: "We tu carî têkoşîna me bi tenê nehiştiye. Em zanin ku hûn ê di 14'ê Gulanê me û hevalên me yên namzet bi tenê nahêlin û hûn ê wan bişînin parlementoyê."    '17 HEZAR CÎNAYETÊN KIRYAR NEDIYAR NEHATINE RONÎKIRIN'   Paşê namzetê parlementeriyê yê Çewligê yê Partiya Çepên Omer Farûk Hulakî bal kişand ser komkujiyên salên 1990'î. Hulakî da zanîn ku ew ê di 14'ê Gulanê deshilata heyî bişînin ser sergoyê dîrokê û wiha got: "Ez dibînim ku hûn îro vê qadê bi bawerî, hêvî û îradeya asayî tijî dikin. Partiyên me gelek caran hatin girtin, îro hewl didin ku HDP’ê bigrin. Partiya me ya nû wê li ser rêya kesk bidome."   Hulakî wiha domand: "Zîhniyeta ku di salên 90'î de digot kurd tune ne, îro jî dibêj pirsgirêka kurd tune ye. Ma hûn dizanin pirsgirêka kurd çi ye? 17 hezar cînayetên kiryar nediyar nayên ronîkirin. Pirsgirêka kurd Dayikên Şemiyê ye, pirsgirêka kurd Roboskî ye. Pirsgirêka kurd girtiyên me yên siyasî ne. Ev gel wê di 14'ê Gulanê de biçe ser sindoqan, wê mohra xwe li çepa kesk bixe û Tirkiyeyeke nû ava bike. Em ê li vî welatî di nava aştî û biratiyê de bijîn, bi hev re em ê bi ser bikevin."   'EM TU TIŞTEKÎ JI HIKUMETAN NAXWAZIN'   Namzeta parlementeriyê ya Çewligê ya Partiya Çepên Kesk Cemîle Tûrhalliyê jî destnîşan kir ku ev pergal her tim li ser wan polîtîkayên xwe yên qirêj dide meşandin. Tûrhalliyê diyar kir ku dê di 14'ê Gulanê de dawî li desthilata heyî bê û ev tişt anîn ziman: "Heta ku zimanê me yê dayikê bibe zimanê fermî em ê têkoşîna xwe bidomînin. 14'ê Gulanê ji bo me rojeke girîng e, em vê wek hilbijartineke asayî nabînin, ji ber ku ev hilbijartin di organên rêvebirinê yên vê dewletê de ye."    Tûrhaliyê destnîşan kir ku 14'ê Gulanê ji bo wan û vîna wan e û got: "Ji niha û pê ve em tên qadên hêşîn."   Namzetê parlementeriyê yê Çewligê yê Partiya Çepên Kesk Farûk Arîs jî di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Xwişk û birayên çewligî, ev hilbijartin wê bibe hilbijartinek ku welat an şîn bibe an jî hişk bibe. Em di wê baweriyê de ne ku 14’ê Gulanê wê bibe rojek ku vîna gel di sindoqan de cih bigire û bibe serwer. "   'KURD Û TIRKAN BI HEV RE KOMARÊ AVA KIRINE'   Serok Giştî yê Partiya Azadiyê Ayettûllah Aşitî jî diyar kir ku ji roja ku ev dewlet hatiye avakirin heta îro bênavber dijminatiya kurdan dike û wiha got: "Di dîroka cihanê de û di hemû olên semawî de ya herî pîroz mirovahî ye. Mixabin nêzî hezar sal in, bi destê birayên me yên ku em dibêjin misilman in rûmeta gelê kurd hatiye perçiqandin, înkarkirin û hatiye qedexekirin. Ev dewleta ku niha em jê re dibêjin Komara Tirk kurda û tirka bi hev re ew ava kiriye. Ji roja ku ev dewlet hatiye avakirin heta niha me dixapînin."   'WÊ BIÇIN'   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê jî bal kişand ser rewşa kesên ku îro hatine binçavkirin û wiha got: "Wan heya niha bi operasyonên siyasî bi paş de gav bi me nedane avêtin û ji niha û pê ve jî wê nikaribin bidin avetin. Ger hûn me ji e bi sedhezaran bigirin, em ê bi milyonan dakevin qadan. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal, tax bi tax xebatên xwe bikin. Bi van binçavkirinan dixwazin rastî negihê gel û sindoq neyên parastin. Ew ji têkoşîn û yekîtiya jinan gelek ditirsin, ji ber wî wan binçav dikin. Ji sala 2009'an heta niha van kiryaran ji xwe re kirine tiştekî rûtîn. Dawiya wan hatiye, wê winda bikin. Ji ber vê ew qas ditirsin. Ew jî mafdar in, ji ber ku ew ê biçin."   PIştî axaftinan Koma Rîtmên Azad derket ser dike. Mîtîng bi stranên Koma Rîtmên Azad û bi berzkirina dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.