Serdanên Partiya Çepên Kesk didomin 2023-04-25 20:41:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dersim, Mûş û Sêrtê serdana gundan kir.    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dersim, Mûş, Îdir û Sêrtê serdana gundan kir.    Rêxistina Dersimê ya Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, bi pêkhateyên Tifaqa Ked û Demokrasiyê re çû serdana gundê Deşt ê Dersimê. Di serdanê de hat destnîşankirin ku dawiya desthilata AKP-MHP’ê hatiye û wê bi Partiya Çepên Kesk guherîn dest pê bike.   SÊRT   Partiya Çepên Kesk a Sêrtê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, çû serdana gundên Sêrtê. Şandeya namzeda Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahata Erdogan Saritaş û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Eşref Tekîn di nav de, bi gundiyên Binêrve, Hilêla, Tîrim, Gundşêx, Sidîq û Xêrtê re li hev civiya.   Di seranserê rê de karker, koçer, jin û zarokan silav li şandeyê kir. Şandeyê bi gundiyan re li nava gund govend girt û belavok belav kirin. Şande mal bi mal geriya û daxwaz ji bo piştgiriyê kir.   MÛŞ   Namzedên Partiya Çepên Kesk ên Mûşê, li navçeya Gimgimê serdan li esnafan kir. Bi pişt re çûn Xirbakop, Zîring û Artêt ku girêdayê Gimgimê ne. Namzed Sumeyye Boz, wiha axivî: “Divê jin û zarok û ciwan û ji to têkoşîna Kurdan divê biçin û dengê xwe bidin."   Namzed Serhat Dûrsûn jî li gundê Zîrin wiha axivî: "Hûn me bişînin meclisê, em ê bibin deng û rengê Kurdan."   Şandeya Partiya Çepên Kesk çû Artêtê ku bajarokekê Mûşê ye û bi gel re li hev civiya. Parlamenter Sezaî Temellî ku li Artêtê axivî, got: "Ji bo herêmê û erdnîgariya me hilbijartineke pir giring li ber me ye. Ev hilbijartin, hêviyeke mezin e ji bo derketina ji nava krîz û tûndî û şer. Lewma em li deng û sindoqan bibin xwedî."