Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Dozger bi eşkereyî sûc dike 2023-04-26 12:49:34   AMED - Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr da zanîn ku di lêgerîna bûroya parêzer Resûl Temûr de dozger îdianameya ku wî bi xwe amade kiriye jî desteser kiriye û wiha got: “Dosya wî bi xwe amade kiriye lê dest daniye ser. Bi vê yekê nîşan dide ku li gorî keyfa xwe tevdigerin û bi eşkereyî sûc dike.”    Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de duh di danê sibehê de li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser gelek mal û kargehan de hate girtin û rojnameger, hunermend, siyasetmedar, hiqûqnas û rêveberên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de zêdetirî 126 kes hatin binçavkirin. Yek ji parêzerên hatiye binçavkirin jî Resûl Temûr e ku parêzertiya rojnamegerên girtî dike. Di dema serdegirtinê de polîsan dest danîn ser dosyayên parastinê û hemû materyalan. Lêgerîna li bûroya Temûr 5 saetan domiya û balkêş e ku îdianameya ji hêla dozger ve hatiye amadekirin jî weke delîla sûc hate desteserkirin.    Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku ev rewş mînaka helwesta keyfî ye.    Mehdî Ozdemîr   ‘DOZGERÎ SÛC DIKE’   Ozdemîr, diyar kir ku desteserkirina dosyayên dozan û nîşeneyên parastinê yên parêzeran, astengkirina xebatên pîşeyî ye û wiha domand: “Di Xala 58’an a parêzertiyê û Xala 130’an a qanûna muhakemeya cezayan de tê gotin ku li gorî wesfê sûc, kirariya lêgerînê dikare were kirin lê divê dozger û nûnerê baroyê di dema lêgerînê de amade bin. Di lêpirsîna derheqê hempîşeyên me de dosyayên dozan ên dişopînin weke sûc hatine nîşandan, weke delîl hatine desteserkirin. Ev yek jî nîşan dide ku bi awayeke eşkere xebatên pîşeyî yên parêzertiyê asteng dikin. Yek ji dosyayên dozan ên hatine desteserkirin jî îdianameya ji hêla dozger ve hatiye amadekirin e. Ev yek nîşan dide ku bi keyfî tevdigerin û dozger bi awayeke eşkere sûc dike.”    ‘KEYFIYET Û DERHIQÛQTÎ ÊDÎ ASAYÎ BÛYE’   Bi domdarî Ozdemîr destnîşan kir ku baweriya bi dewleta hiqûqê û darazê her ku diçe bêhtir kêm dibe û axaftina xwe wiha qedand: “Keyfiyet û derhiqûqtiyê asayî dikin û mafên bingehîn tên binpêkirin. Di pêvajoyên darazê yên hempîşeyên me de tu bingeha gumana sûc tune ye, lêgerînên keyfî hatine kirin, dest danîne ser dokumanan û pêvajoyeke derhiqûqî pêk hatiye. Her wiha zextên li ser parastvanên mafan jî her ku diçe zêdetir dibin. Yek ji derdorên herî zêde ji rejîma zextê bibandor dibin jî parastvanên mafan in. Ji ber parastvaniya xwe ya qanûnî û rewa, her tim rastî tundî, tacîz û mudaxaleyên cda tên. Bi vê yekê dixwazin wan asteng bikin, gel bitirsînin, bitepisînin û rê li ber bigirin. Bi taybet jî zextên heta niha bi pêvajoya hilbijartinê re hêj girantir bûn. Bi van zextan û sepanên keyfî dixwazin derdorên muxalîf bêzar bikin.”