Hiqûqnasan bertek nîşan dan: Heke bertek neyên nîşandan dê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibin 2023-04-26 14:26:19   STENBOL - Parêzerên OHD’î bertek nîşanî binçavkirinên navenda wan Amedê dan û wiha gotin: “Heke bertek neyên nîşandan dê li temamiya Tirkiyeyê belav bibin.”   Di demeke ku Tirkiye ber bi hilbijartinên 14’ê Gulanê ve diçe de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de rojnameger, hiqûqnas, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin.    PARÇEYEKE POLÎTÎKAYÊN ZEXTÊ YE    Bertekên li dijî binçavkirinan didomin ku di raya giştî de weke “darbeya hilbijrtinê” tê pênasekirin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bedîrhan Sarsilmaz bal kişand ser dema operasyonê û diyar kir ku bi vê yekê gef li gelê kurd hate xwarin.    Sarsilmaz, axaftina xwe wiha domand: “Hevalên me yên parêzer bi sala ye ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî zext, binçavkirin û girtinan tên. Ev operasyon, parçeyeke polîtîkaya zextê ya li ser gelê kurd e. Îktîdar çiqas polîtîkaya zextê û sepanên faşîzmê bidomîne jî em hiqûqnas dê dev ji gotina xwe bernedin û dê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘EW JÎ DI FERQA TÊKÇÛNA XWE DE NE’   Endamê OHD’ê Sînan Zîncîr jî diyar kir ku ji bo hilbijartinê 18 roj mane û ev tişt anî ziman: “Sedema vê êrişê jî ev e. Bi vê yekê re li ser ewlehiya hilbijartinên Kurdistan û Tirkiyeyê xetere çêbû. Parêzer, siyasetmedar û rojnameger ewlehiya hilbijartinê digirin û hatin binçavkirin. Winda dikin û dema li ber windakirinê êrişên xwe didomînin. Lê baweriya me heye. Înadeke gelê kurd û siyaseta wan heye. Dê nekarin bi van zext, binçavkirin û girtinan encamekî bi dest bixin.”    TIRSA QESRÊ: KURD   Zincîr, axaftina xwe wiha qedand: “Rastiyeke vê xakê heye. Gelê kurd û heqîqeta wan li ber xwe dide. Yên herî zêde li dijî pergalê têdikoşin gelê kurd e. Dixwazin bedela vê bi gelê kurd bidin. Lê di mijarekê de xwe dixapînin; niha 15 hezar siyasetmedar, parlamenter, hevşaredar, hevserok, jin, ciwan, xwendekar, parêzer û rojnamegerên kurd girtî ne lê dîsa gelê kurd li ber xwe dide. Vaye em li vir in û dê her li vir bin. Dê tu zext û zilm nekarin rê li ber berxwedana gelê kurd bigire. Kurd, bi berxwedêriyeke pir mezin têkoşîna heqîqet û demokrasiyê dimeşînin. Lewma qesr, ditirse. Lewma êrişî kurdan dike. Divê baro, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê bertekê nîşan bidin. Ev binçavkirin, operasyona qirkirina siyasî ye. Heke pêşî lê neyê girtin, dê li tu deverekê Tirkiyeyê ewlehiya hilbijartinê nebe. Îktîdara qesrê û ev rejîm li ber hilweşînê ye. Lewma divê muxalefet dengê xwe derxîne. Divê li gel kurdan cih bigirin û ev yek şertê bingehîn ê demokrasiya Tirkiyeyê ye. Divê baro û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê dengê xwe derxînin. Nexwe dê li her devera Tirkiyeyê belav bibe.”