Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire 2023-04-26 14:48:29   ENQERE - Rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî binçavkirinên navenda wan Amedê dan û gotin ku dê tu kes nekare rê li ber vîna gel bigire.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî binçavkirinên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran hatin kirin, li avahiya şaxa komeleyê daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de pankarta “Muxalîf, parêzer, siyasetmedar û gelê kurd nayê krîmînalîzekirin” hate vekirin. Endam û nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Çepên Kesk, Alinterî, Partiya Şoreşger, Karala, Federasyona Şoreşgerên 78’an û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Enqereyê parêzer Nîlay Nayman axivî.    'DÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ NEYÊ SEKINANDIN’   Nayman, “Çawa ku polîtîkayên şer ên bi dehan salaye li dijî gelê kurd tên kirin nekarîbin gelê kurd bêdeng bikin, dê îro jî nekarin bêdeng bikin. Her ku hilbijartinên 14’ê Gulanê nêz dibin, îktîdar hewl dide bi dijwarkirina faşîzmê gel bitepisîne. Lê tiştek ji ber hizra wan diçe ku ew jî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gel bi van êrişan dê neyê sekinandin. Biryara bisînorkirinê ya dosyayên lêpirsînan di salên dawî de êdî bûye sepaneke asayî. Serhat Eren li Amedê bi îşkenceyê hate binçavkirin û bi saetan tu agahî jê nehatin girtin. Heta nehat zanîn bê ka li ku tê ragirtin. Piştî 10 saetan agahî jê hate girtin û parêzer pê re hevdîtin kir. Her wiha parêzerê rojnamegerên bi awayekî derhiqûqî hatin girtin Resûl Temûr jî hate binçavkirin. Di lêgerîna bûroya Temûr de agahî û belgeyên pîşeyî jî li dosyaya wî hatine zêdekirin.”    'XEBATÊN DEMOKRATÎK HATIN KRÎMÎNALÎZEKIRIN’   Bi domdarî Nayman diyar kir ku wezîrê karên hundir demekî kin piştî operasyonê daxuyanî daye û wiha pê de çû: “Bi daxuyaniya xwe li xwe mikûr hat ku fermanê didin darazê. Karîneya bêgunehiyê ya şexsan binpê kir û xebatên qanûnî û demokratîk krîmînalîze kir. Ev êrişên li dijî mafê agahîgirtinê, mafê parastinê, xwe birêxistinkirinê û azadiya xweîfadekirinê hatine kirin nîşan didin ku îktîdara siyasî darazê weke çoyekî bi kar tîne.”   'DIVÊ WEKHEVIYA PROPAGANDAYÊ PÊK BÊ’   Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Vedat Bulut jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Beriya hilbijartinê rapora AGÎT’ê hate weşandin û ji ber neafirandina mercên hilbijartineke adilane rexne hatin kirin. Ji ber ku parastina sindoqan û bikaranîna dengan nayê wateya hilbijartineke adilane. Divê wekheviya propagandayê hebe, şexs bi awayeke azad bikarin namzetiyên xwe eşkere bikin û polîtîkayên xwe bi civakê re parve bikin.”    BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ   Li ser navê Federasyona 78’iyên Şoreşger jî Ahmet Tellî axivî û got ku ev bûyerên gefxwarinê zêdetirî 40 sal in tên kirin û ev bang kir: “Li dijî van hewldanan divê em hêzên xwe bikin yek. Divê em liv û tevgerên xwe yên birêxistinkirî mayinde bikin.”    Li ser navê Alinteriyê jî Zarîfe Çamalan axivî û ji ber bêdengiya Tifaqa Milet bertek nîşan da.    DENÎZLÎ   Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Denîzliyê jî bi heman boneyê daxuyanî dan û êriş protesto kirin.   Hevseroka HDP’a Denîzliyê Şerîfe Yildirim diyar kir ku ew bi sedema êrişa îktîdara AKP’ê û daraza di bin kontrola wê de baş dizanin û wiha axivî: “Armanca vê operasyonê dizîna sindoqan û vîna gel e. Li dijî civakê û tercîhên wê yên siyasî gefek e. Banga me ya ji bo her kesên dixwazin ev pergala gef û şantajan bi dawî bibe û hesaba bêhiqûqiyên heta niha bên pirsîn ew e ku helwesteke eşkere nîşan bidin. Divê li şûna her kesê hatiye binçavkirin bi hezaran kes, bi dehhezaran kes li berpirsyartiya xwe rabin û xwedî li sindoqan derkevin û li dijî darbeyê tev li têkoşîna çalak bibin.”    ANTALYA   Şaxên ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) yên Antalyayê jî têkildarî mijarê li Qada Attalosê daxuyanî dan. Namzeta parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan, rêxistina HDP’a Antalyayê û gelek kes jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de girseyê pankarta “Dawî li binçavkirinên siyasî bînin” vekirin û gelek caran dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” berz kirin.    Daxuyanî ji Şaxa ÎHD’a Antalyayê Nesîbe Bahadir ve hate xwendin. Bahadir, got ku nayê zanîn bê ka binçavkirî bi çi tên tawanbarkirin û haya wan ji delîlan tune ye. Bahadir, anî ziman ku daraz li dijî kurdan û muxalefetê weke çoyek tê bikaranîn û wiha got: “Weke şaxên ÎHD û ÇHD’ê yên Antalyayê em bi tu awayî krîmînalîzekirina parastvanên mafan, parêzeran, çapemeniya kurd û tacîza darazê qebûl nakin. Divê temamiya binçavkiriyan tavilê werin berdan.”    MÊRSÎN    Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê jî bi heman boneyê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ji hêla Cejna Sarûhan ve hate xwendin. Sarûhan, binçavkirina rojnameger, hunermend, siyasetmedar, hiqûqnas û sendîkavanan weke “darbe” pênase kir û ev tişt anî ziman: “Em ê li dijî van êrişan li ber xwe bidin û serî netewînin. Bedela wê çi dibe bila bibe, em ê her tim li dijî neheqiyê bisekinin. Ji bo ku binçavkirî tavilê bên berdan, divê hemû hêzên civakî bi hev re têbikoşin. Banga me ji bo her kesî ew e ku bibin yek, dawî li vê rejîma qirkirina çandî bînin û bi hev re azad bijîn.”