Polîsan îşareta nijadperest nîşan da: Hûn ne rojnamevan in hûn terorîst in 2023-04-26 16:57:47   ENQERE - Polîsan konvoya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk sekinand û 3 kesan kirin binçavan. Rojnamevanên xwestin dîmen û wêne bigirin jî ji bi nijadperestiya polîsan re rûbirû man.    Partiya Çepên Kesk bi konvoyek çû navçeya Mamakê da ku buroya xwe ya hilbijartinê veke. Polîsan bi hinceta ku konvoy trafîkê asteng dike, sekinand. Konvoye demek dirêj li Duçerxa Dîkmenê hat sekinandin û ev bû sedema xitimandina çûnehatê.    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Herêma 3’yemîn yê Enqereyê Alîşan Şahîn bertek nîşanî polîsan da û got: “Hûn bi zanebûn konvoya me asteng dikin. Gelo ka we konvoya kîjan partiyê wisa asteng kiriye? Vê rezaletê bibînin.”    POLÎS ÎŞARETA NIJADPERESTIYÊ NÎŞAN DA    Polîsan êrişî rêveber û endamên partiyê, parêzer û rojnamevanên konvoyê dişopandin kirin û li wan dan. Di vê navberê de komiserek polîsan ji rojnamevanan re got, “Hûn ne rojnamevan in, hûn terorîst in.” Heman polîsê komiser îşareta faşîstan nîşanî rojnamevanan da û nijadperestiya xwe nîşan da. Polîsan, girtina dîmen û wêneya a rojnamevanan asteng kir.    Piştî êrişa polîsan şofêrê wesayîta anonsê jî di nav de 3 endamên partiyê kir binçavan.