CPJ: Divê TMK li dijî çapemeniyê weke çekek neyê bikaranîn 2023-04-26 17:01:22   NAVENDA NÛÇEYAN - CPJ’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got ku divê TMK li dijî rojnamegeran weke çekekê neyê bikaranîn.    Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) têkildarî operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amedê ku li 21 bajaran zêdetirî 126 rojnameger, hiqûqnas, hunermend, siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan hatin binçavkirin, daxuyaniyek da. CPJ’ê bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku tavilê rojnamegerên ji ber xebatên xwe hatin binçavkirin berdin. Di heman demê de CPJ’e bang li dewleta tirk kir ku qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) li dijî rojnamegeran weke çekekê bi kar neyîne.    PARÊZERÊ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DI BIN ÇAVAN DE YE    Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gel 10 rojnamegeran, her wiha parêzer û hunermend jî hatine binçavkirin û ev tişt hatin parvekirin: “Li gorî nûçeyên têkildar; rayedarên Tirkiyeyê parêzerê azadiya çapemeniyê Resûl Temûr jî binçavkirine ku li Amedê dijî û li gorî hejmartina girtîgehan a salane ku di 1’ê kanûna 2022’yan de hate nûjenkirin, ji 40 rojnamegerên girtî parêzertiya nîviyan bêhtirê dike.”   ‘DIVÊ BÊN BERDAN’   Dîrektorê Bernameyan ê CPJ’ê Carlos Martînez de la Serna ku li New York’ê ye jî wiha got: “Rayedarên Tirkiyeyê bi mînakeke din jî nîşan dan ku qanûnên têkoşîna li dijî terorê li dijî rojnamegeran weke ço bi kar tînin û dê bi kar bînin. Divê rayedarên Tirkiyeyê bê şert û merc, tevahiya rojnamegerên li Amedê hatin binçavkirin û parêzer Resûl Temûr berdin. Her wiha divê dawî li zextên xwe yên li ser çêkirina nûçeyan a derheqê pirsgirêka kurd de bînin.”    DOSYAYÊN AMED Û ENQEREYÊ   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rayedarên Tirkiyeyê di demên berê de jî di çarçoveya dosyayên Amed û Enqereyê de rojnamegerên kurd bi delîlên pir qels bi îdiaya “endamtiya PKK’ê” sûcdar kirine, rojnameger binçav kirine û bi mehan di girtîgehê de hiştine.    CPJ’ê da zanîn ku ji bo şîroveyekê jê bigirin ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re e-posta şandine lê hêj bersiv jê re nehatiye dayîn.