Ji YNK'ê bersiv ji bo banga Mesrûr Barzanî 2023-04-26 20:11:03   NAVENDA NÛÇEYAN - YNK'ê bersiva banga Mesrûr Barzanî ya ji bo beşdariya li civînên hikûmetê da.    Îro Hikumeta Herêma Kurdistanê bêyî YNK’ê civîna xwe ya asayî li dar xist, lê YNK cardin tevlî civînê nebû. Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bang li YNK’ê kir ku beşdarî civînên hikumetê bibe.   Li beramberî vê Semîr Hewramî ku berdevkê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî ye, bersiva Mesrûr Barzanî da.   Semîr Hewramî got: “Kengê mijara mûçeyê karmendên Silêmaniyê wekî yên Hewlêrê hat çareserkirin, wê demê em ê jî biryarekê li ser vegera civînên Encûmena Wezîran bidin. Pirsgirêk ew e ku mûçeyê pêşmergeyên dêrîn yên YNK’ê li Hewlêrê hatiye rawestandin, nabe mûçe li bajarekî were belavkirin û li bajarê din neyê belavkirin.”