Li Hezexê 20 kes hatin binçavkirin 2023-04-26 20:54:45   ŞIRNEX- Li gundên Xirabetuwa û Zerguza yê Hezexê keyayên gund jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin.   Îro danê sibehê leşkeran avêt ser gundê Zergûza û Xirabetuwayê. Di avêtina ser gundan de keyayên gundên Zergûza û Xirabetuwayê jî di nav de bi giştî 20 kes hatin binçavkirin.   Nehat hînkirin ku bê leşkeran gundiyên hatin binçavkirin birine ku derê.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Li gundê gundê Bana Zergûza yê bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê, di 23'yê nîsanê de wesayîteke li ser rêya Cizîr-Hezexê rastî êrîşekê hatibû. Di êrişê de Mehmet A., Abdullah E. (23) û Eşref E. (49) bi giranî birîndar bûbûn. Di nav birîndaran de Mehmet A. li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî êrişê gund ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin.