Ji KCDK-E'yê banga ji bo hilbijêrên li derveyî welêt 2023-04-26 23:26:55   NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E’yê, bi bîr xist ku wextê dengdayînê li derveyê welêt, ji 27’ê Nîsanê heta 9’ê Gulanê ye û bang kir ku her kes biçe ser sindoqan.    Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyan a Ewropayê (KCDK-E), ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û parlamenteriyê ku wê li Tirkiye û Kurdistanê bên kirin, ji bo birina ser sindoqan a hilbijêrên li Ewropayê, daxuyaniyek da. Kongreyê bi bîr xist ku dengdayîn li derveyê welêt, wê ji 27’ê Nîsanê ta bi 9’ê Gulanê be û got: “Di van 13 rojan de ku gelek krîtîk in, divê bi hemû hêz û derfetên xwe em her kesê demokrasîxwaz û azadîxwaz û gelê xwe, bibin ser sindoqan.“   Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Li dijî desthilata faşîst a neyara kurdan û Erdoganê dîktator, ev hilbijartin ji aliyê stratejîk ve gelek giring e. Divê em vê hilbijartinê bi ser bikevin. Ji wê boneyê, divê nûnerên hilbijartinan, berdevk û komîsyon, hevserokên meclîsan, xebatkarên qad û taxan û welatparêzên me yên li her qadê divê di asta seferberiyê de bêyî hincet, van 13 rojên li pêş me xwe bidin ber xebatê.    KÎ ÇIQAS HILBIJÊRAN BIBE SER SINDOQAN WÊ BI SER BIKEVE   Kî çiqas hilbijêran bibe ser sindoqan, wê bi ser bikeve. Ji niha ve ji bo hilbijêran bibin ser sindoqan, divê em qat bi zêdeyê awayê asayî divê em li ser bisekinin. Bila neyê jibîrkirin ku di hilbijartinên çûyî de cihên ku me hilbijêr birin ser sindoqan, em bûn partiya yekemîn, cihên hilbijêr nebirin ser sindoqan jî dengên me ji 8-9 bûn. Divê em bi çavê xebateke stratejîk û bingehîn li ser birina ser sindoqan a hilbijêran bisekinin.  Em ji bîr nekin ku hilbijartinên sala 2018’an, bi dengên Ewropayê parlamenter li Êlihê ji destên me çû, me li Mûşê kar kir. Nebêjin ku wê bi çend sed dengan çi bibe. Bi çend sed dengên ku giring neyên dîtin, dibe ku em li welêt çend parlamenteran derbixin ya jî ji destên me biçin.   Eger em neçin ser sindoqan, nebin ser sindoqan û dengê xwe nedin, ev helwest xizmeta AKP-MHP’ê dike û bi vî rengî em hêz bidin polîtîkayên kujer.   Dirûşmeya me ev e: Divê tu hilbijêrek nemîne ku em xwe negihînin û nebin ser sindoqan.   XEBATÊN DIN DIVÊ BÊN RAWESTANDIN   Divê her komîsyonên hilbijartinê, navendên me yên civakî, pêkhateyên me ji niha ve plansaziya xwe bikin bê ka çend hilbijêr li taxa wan hene û wê çawa hemû hilbijêran bibin ser sindoqan. Divê plansaziya vê rojanê bê kirin û şopandin.   Divê ji îro pê ve hemû xebat û çalakiyên din bên rawestandin an jî kêmkirin. Divê em bi hêza ku hemû hilbijêran bibin ser sindoqan û bi zanebûna her dengek çiqasî girîng e, tevbigerin. Ev wê serkeftina me diyar bike.    Encama hemû xebatên me wê bikeve sindoqan û wê dengên Partiya Çepên Kesk diyar bike.   Em dubare diyar dikin; divê her bajar, her semt ji bo veguhastina rojane otobus û wesatiyan amade bike. Karmend û welatparêzên me divê roja ewil dengê xwe bidin ku di rojên piştî vê de li ser bê ka kî dengê xwe dane û em ê kî bibin ji bo dengdanê bisekinin ku tu hilbijêr nemabin deng nedin.   Divê ji niha ve li her welat, her bajar, her navçeyê li extiyar û nexweşên xwe yên li dûr dijîn bigerin û bi wesayitan veguhestina ji bo herêma hilbijartinê organîze bikin ku bikaribin dengê xwe bidin. Em destnîşan dikin ku divê teqez em hilbijêrên xwe nehêlin rojên dawî, hefteyên dawî.   SEFERBERÎ   Em li hemberî qirkirin, faşîzîm û dîktatoriyê bi helwesteke bibiryar û bihêz seferber bibin. Em destûrê nedin helwestên xemsar. Werin em ji bo siberojeke azad, demokrat û ronî seferber bibin, biçin ser sindoqan, haydê welatiyên li derveyî welat dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.“