'Wê nikaribin parastinê bitepisînin' 2023-04-27 09:01:50     ENQERE - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê Alîşan Şahîn diyar kir ku operasyona binçavkirinê, hewldaneke çavtirsandinê û bêîtibarkirinê ye û got: "Dê nikaribin parastinê bitepisînin. Dê piştî 15'ê Gulanê li pêşberî hiqûqê hesabê van kirinên xwe bidin."    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, li 21 bajaran bi awayekî hevwext bi ser malan de hat girtin û rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav de herî kêm 128 kes hatin binçavkirin. Ev binçavkirin bûn cihê bertekên mezin.    Namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê herêma 3'yan a Enqereyê Alîşan Şahîn, operasyona navborî nirxand.    ‘BORSEYA ŞAHIDÊN VEŞARÎ'   Şahîn diyar kir ku bi qasî ku ji biryara veşarî ya li ser dosyeyê tê fêmkirin, operasyon di 12'ê çileya 2023'yan de hatiye destpêkirin û ji bo operasyonê li benda arîfeya hilbijartinê hatiey sekinandin û got: "Em ne xerîbê van titşan e. Bi taybetî jî ji bo Amedê borseyeke şahidên veşarî, hewzeke şahidên veşarî hatiye çêkirin."    ‘DÊ HESAB BIDE'   Şahîn destnîşan kir ku desthilat dê bi hesabê van kirinên xwe yên ku bi amûrên dewletê dike bide û got: "Me wekî partî bi deklerasyonekê eşkere kir ku em ê hesabê van tiştan li pêşberî hiqûqê bipirsin."    ‘PARASTIN DÊ NETEPISE'   Şahîn destnîşan kir ku hêviya wan piştî 15'ê Gulanê ye û wiha pêde çû: "Em hêvî dikin ku hiqûq li vî welatî bi pîvanên xwe bê pêkanîn. Têkoşîna me dê ji bo vê bidome. Kes nikare parastinê bitepisîne. Hevalên me yên parêzer ji ber ku lê hêwanên dadgehan, li edliye û qereqolan bêdeng neman bi van bêhiqûqîtiyan re rû bi rû dimînin. Qethiyen dê parastin bêdeng nemîne û em ê dest ji vê bernedin."    Şahîn destnîşan kir ku ev desthilat dê piştî 15'ê Gulanê li pêşberî hiqûqê hesabê van kirinên xwe bide.    Şahîn di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku operasyona binçavkirinê, hewldaneke çavtirsandinê û bêîtibarkirinê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesên ku ji ber vê pergalê nerihetin, bar dikeve ser milê hemûyan. Lewma divê gelê me di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan û bi awayekî bihêz vîna xwe bidin der."   MA / Yusra Batihan