'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e' 2023-04-27 09:04:50   SEMSÛR - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Îzzet Karadag bi lêv kir ku piştî erdhejê du rojan haya kesî ji Semsûrê tune bûye û got: "Gelê Semsûrê jî dibêje, şeredariyê û desthilata AKP'ê em ji bîr kirin. Ji ber wê jî gelê Semsûrê bi bertek e."   Partiya Çepên Kesk ku wê di 14'ê Gulanê de biçe hilbijartinê li Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên xwe yên hilbijartinê berdewam dike. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê ku bi 5 parlamenterên xwe yên bajêr ve her tim di nav maxdurên erdhejê de li ser pirsgirêkên wan û çareserkirina pirsgirêkên bajêr disekinin jî li navçe, gund û taxên Semsûrê xebatên xwe bê navber didomînin. Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Îzzet Karadag ku ji roja erdhejê ve di nav gel de ye û bi pirsgirêkên wan ve eleqedar dibe piştî ku bû namzetê parlamenteriyê jî ji bo pirsgirêkên mexdûrên erdhejê di Meclisê de bîne ziman her tim li cem wan e û li ser pirsgirêkên wan disekine.    Îzzet Karadag ku tekildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê ji ajansa me re axivî bi lêv kir ku ew ji bo pirsgirêkên gel wê biçe Meclisê.    JI ROJA ERDHEJÊ VE DI NAVA GEL DE NE   Karadag bi lêv kir di destpêka erdhejê de maseya krîzê ava kirine û li Semsûrê hewldane xwe bigihînin gel û alîkariya wan bikin. Karadag anî ziman ku alîkariya wan a ji bo mexdûrên erdhejê deng vedayê li her derê û wiha got: "Li bajarên Kurdistanê û heta Stenbolê hevalên me yên dillxwaz hatin û alîkariya me kirin. Lê her wiha li dijî van alîkariyên me jî astengî û zext hebûn. Lê tevî van zext û astengiyan me alîkariya gel kir û hê jî alîkariya me ya mexdûrên erdhejê yên Semsûrê berdewam dike."    ‘EM Ê JI BO AVAKIRINA BAJÊR BIXEBITIN’   Karadag diyar kir ku ji ber alîkariya wan a mexdûrên erdhejê di nav gel de jî bi çoş tên pêşwazîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Partiya Çepên Kesk di nav gel de jî deng vedaye. Wêraniyek mezin heye. Lê bajarên ku xirab bûne meriv dikare ji nû ve ava bike. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi budçeyekê heye. Ji ber wê jî heke em biçin Meclisê ji bo ji nû ve avakirina bajêr û çareserkirina pirsgirêkên mexdûrên erdhejê em ê bixebitin."   'GELÊ SEMSÛRÊ BI BERTEK E'   Karadag destnîşan kir ku piştî erdhejê desthilata AKP-MHP'ê êdî nikare li Semsûrê deng bixwaze û wiha got: “Em li tax û gundan digerin, em ji gelê Semsûrê vê yekê dibihîzin; erdhejê tesîrek mezin li ser Semsûrê kir lê heta 2 rojan haya kesî ji Semsûrê tune bû. Gelê Semsûrê jî dibêje, şeredariyê û desthilata AKP'ê em ji bîr kirin. Ji ber wê jî gelê Semsûrê bi bertek e."   'PARTIYA ME DENG VEDAYE’    Karadag bi lêv kir ku ew hemû pêkhateyên civakê di nav xwe de dihewînin û wiha axivî: "Me bernameya xwe ya hilbijartine eşkere kir. Di wê bernameyê de daxwazên ciwanan, jinan, rênçberan, cotkaran, ekolojîstan û yê hemû kesan aniyê ziman. Me çareseriya xwe ya ji bo pirsgirêkan jî eşkere kir. Yanî baweriyek di nava gel de çêbû ye. Tevî ku Partiya Çepên Kesk wê nû bikeve hilbijartinan jî di nav civakê de deng vedaye, em diçin ku dibêjin em partiyê nas dikin.”    'JI BO ÇARESERKIRINA HEMÛ PIRSGIRÊKAN…'   Karadag di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên civakî yên diqewimin û got: "Li Kurdistanê û Tirkiyeyê, pirsgirêka gelê kurd, civaka elewî, karker û jinan li ser hev mezin bûne û bi qasî çiyayekî bûne. Em jî ji gel re dibêjin ku ev pirsgirêkên heyî yên me hemûyan e. Hûn çi dixwazin em jî wê dixwazin. Parlamenterî jî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan heye. Ji ber wê jî em ji gelê xwe re dibêjin bila hezeke mezin bidin me ku em bikaribin van pirsgirêkan di Meclisê de çareser bikin. Em û gelê xwe bi hev re em ê van pirsigrêkan çareser bikin. Zimanê kurdî qedexe ye, ziman jiyana gel e ji ber wê jî divê êdî mafê ziman di qanûnan de cih bigire. Her wiha pirsgirêka baweriyan jî heye, divê hemû bawerî jî di qanûnan de cih bigrin."   MA / Mahmût Altintaş