Di vê hilbijartinê de jî dê tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin 2023-04-27 09:09:47 ŞIRNEX - Abdulmacît Ekmen û Şahîn Îrmez ku 20 sal in di her hilbijartinê de li ser sindoqê peywirdar in, dê di vê hilbijartinê de jî tevî zarokên xwe sindoqan biparêzin.    Ber bi hilbijartinên 14'ê Gulanê ve partiyên siyasî xebatên xwe lezandin. Ji herêmên ku xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin lê didomin, yek jê jî herêma Botanê ye. Botanê ku di her hilbijartinê de bi bêhiqûqîtî û binpêkirinên giran re rû bi rû dimîne, di vê hilbijartinê de naxwaze dengek wê jî bê dizîn. Ji ber vê botanî diçin avahiyên Partiya Çepên Kesk û daxwaz dikin ku di 14'ê Gulanê de li ser sindoqan bên peywirdarkirin. Heta niha bi hezaran kesan ji bo ku li ser sindoqan peywirdar bibin serlêdan kirine.    Ji van welatiyan yek jê Abdulmecît Ekmen ê 70 salî û yek jê jî Şahîn Îrmez ê 20 salî ye. Ekmen û Îrmez 20 sal in di her hilbijartinê de sindoqan diparêzin.    DÊ DI VÊ HILBIJARTINÊ DE JÎ TEVÎ ZAROKÊN XWE SINDOQAN BIPARÊZE   Abdulmacit Ekmen ku di her hilbijartinê de bi zarokên xwe re li ser sindoqan disekine diyar kir ku tu tişt bi qasî xwedîderketina li mirov girîngtir nîn e û wiha axivî: "Ev 30 sal in ez endamê partiyê me. Kîjan partiya me hatibe girtin yeke din hatiye vekirin û min û ez bûme endamê wê. Ez ji nêçariya xwe ji Cizîrê çûm Stenbolê, lê belê li vir jî ez çûm bûm endam. Di her hilbijartinê de me li ser sindoqan cihê xwe digirt. Di mala me de her sê zarokên min li ser sindoqan peywirdar dibûn. Ez her tim bi partiya xwe re me. Bi qasî ku ji destê me bê em ê nehêlin ku de dengê gelê me bê dizin. Di hilbijartina borî de hatin torbeyê dengan guherandin û birin. Derdorê destûr neda. Ez ê îsal jî li ser sindoqê bim. Heta deng hemû bên jimartin ez ê li wir bim. Heta ku ji me tê em ê nehêlin ku dengê me bê dizîn. Wê salê li vir cerdevanên wan hemûyan dengê xwe bi kar anîn û piştre ji vir çûn Şirnexê jî dengê xwe bikaranîn. Li vir çi qas cerdevan hebûn çûn li Şirnexê jî dengê xwe bi kar anîn. Ji ber vê Şaredariya Şirnexê bi dest xistin. Ma wisa nebûya dikaribûn şaredariyê bi dest bixin? Vê carê bi qasî ku ji destê me bê em ê sindoqên xwe biparêzin."   Abdulmacit Ekmen   'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI DENG Û SINDOQÊN XWE DERKEVE'   Ekmen di berdewama axaftina xwe de got ku pêwîst e ku her kurdek xwedî li dengê xwe derkeve û û ev tişt anî ziman: "Kurdê ku namûsa wî heyî, dê dengê xwe bide partiya xwe. Yê bêrûmet be nadin xwe. Em ji xeynî partiya xwe dengê xwe nadin tu partiyan. Hem xeberan didin me û hem jî em dengê xwe didin wan ma wisa dibe? Divê di vê hilbijartinê de em hemû xwedî li partiya xwe derkevin. Heke em xwedî lê dernekevin em ê çawa bi ser bikevin? Divê her kurdek, her malbatek bê sindoqan, bibe peywirdar. Ez û zarokên xwe em ê wê rojê li ser sindoqan bin. Bila her kes xwedî li dengê xwe û partiya xwe derkeve."    BI ÇAVÊ XWE BÛNE ŞAHID KU DENGÊN WAN HATINE DIZÎN   Şahin Îrmez jî ku di her hilbijartinê de berê xwe dide partiya xwe û li ser sindoqê dibe peywirdar wiha axivî: " Emrê min hatiye 60 salî û ez ji bo xatirê vê partiyê di xebatan de cih digirim. Divê em di vê hilbijartinê de xwedî li sindoqên xwe derkevin. Divê ciwanên me li me binêrin, heke em di vî emrê xwe de bikaribin di xebatan de cihê xwe bigirin, divê ew jî bigirin. Em vê xîzmetê ji bo gelê xwe dikin. Em dixwazin her kes xwe ji vê hilbijartinê berpirsyar bibîne û vî barê giran hilgire deyne ser milê xwe û di xebatan de be. Divê em dest bidin hev, tifaqa xwe bi hêz bikin ku bikaribin bi ser bikevin. Daxwaza me ji gelê me heye ku xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ji bo ku dengê me neyê dizin divê em nobedê bigirin. Ev 20 sal in ez di her hilbijartinê de li ser sindoqan peywirdar im. Di her hilbijartinê de me şahidetî kir ku deng tên dizin û bi çarenûsa hilbijartinê tê listîn. Lê me dîsa qebûl nekir û rê li ber girt û karê xwe bi serkeftî derbas kir. Ev hilbijartin, hilbijartineke girîng e, ev hilbijartin hilbijartina man û nemanê ye. Ji ber vê em ê heta dawiyê dengên xwe biparêzin. Heta serkeftinê em ê xebata xwe bidin meşandin."    Şahin Îrmez   MA / Zeynep Dûrgût