Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin 2023-04-27 10:43:05   RIHA - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, ji bo mitînga di 28’ê nîsanê de li navçeya Pirsûsê were lidarxistin banga tevlibûnê kir û wiha got: “An em ê serbikevin an em ê serbikevin.”   Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên ji bo mîtînga ku dê di 28’ê nîsanê de li navçeya Pirsûs a Rihayê li dar bixin didomîne. Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Mîthat Sancar, Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayyîp Temel û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk a Rihayê wê beşdarî mîtînga ku wê li kêleka Otoparka Emîn a 7 a li ser Rêya Sûmakê pêk were, bibin.    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê ji bo mitînga ku dê di 28’ê nîsanê saet di 16.30’an de were lidarxistin banga tevlibûnê kirin. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar, bal kişand ser Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike û wiha hate gotin: “Em 2 sal in têkoşîna edaletê didomînin. Em ê têkoşîna xwe veguhêzin Meclisê. Em bi Partiya Çepên Kesk li her derê Rihayê têkoşîna xwe ya edaletê didomînin. Em li benda gelê xwe ne ku beşdarî mitînga ku bi tevlibûna Hevserokê me yê Giştî Mîthat Sancar were lidarxistin bibe.”   Dîlan Kûnt Ayan jî wiha got: “Rihayiyên rêzdar 14’ê Gulanê ji bo me hemûyan pir girîng e. Em ê di vê dîrokê de mil bidin mil û em ê ji bajarê xwe li welatê xwe bi hev re van blokên tifaqê yên qirêj bişînin. Duh min serdana Leyla Guven a bi awayekî dijhiqûqî hatiye girtin kir. Baweriya xwe ya serkeftinê ragihand. Em bi vê wesîleyê hemû gelê xwe vedixwînin mitînga ku em ê di 28’ê nîsanê de li Pirsûsê li dar bixin.”   Namzetê parlamenteriyê Bulent Aşa jî diyar kir ku mîtîn li dijî “Tifaqa Nemrûdî” bersiveke û wiha axivî: “Wê mitîng ji hemû binçavkirinên di demên dawî de hatine kirin re bibe bersivek. Em hemû gelê Rihayê, karkeran, kedkaran, ciwanan, jinan vedixwînin mitînga xwe.”   Nêrgiz Çîgdem Karakeçîlî jî wiha got: “Em ê bibin dengê têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar li dijî bêedaletiyê dide. 28’ê nîsanê roja înê em hemû ciwan û jinan vedixwînin mitînga xwe ya Pirsûsê.”   Halîl Çay jî wiha axivî: “14’ê gulanê roja ku em biçin ser sindoqan û ji vê krîza aborî re bêjin bes e ye. Di vê çarçoveyê de hemû gelê me vexwendî mitînga me ya li Pirsûsê were kirine.” Aliye Kizildamar jî wiha got: “Me îro careke din dît ku jin ji her demê bêhtir bi biryar in. Civak wê bi jinan re azad bibe. Mexdûrên herî mezin ên vê pergalê jin in. Jin nikarin berdelê keda xwe bigirin. Kedeke jinan a nayê dîtin heye. Jin rastî tundî û tacîzê tên. Ji ber wê jin wê teqez vê pergalê biguherînin. Ji bo ku biguherînin, veguherînin azadiyê ava bikin hemû jinan vedixwînin mitînga ku em ê di 28’ê nîsanê de li Pirsûsê li dar bixin.”   Yek ji namzetan Bawer Gul jî bi gotina “Em tên ku pergala edaletê ya riziyayî şîn bikin” gelê Rihayê vexwend mitîngê. Ferhat Beyaz jî wiha got: “Weke ku 21 sal in nikarin bi rê ve bibin di erdhej û lehiyê de jî nikarin bi rê ve bibin. Ji bo bersiva van were dayîn em bang dikin ku gelê me di 14’ê gulanê de dengê xwe bi kar bînin û xwedî li dengên xwe derkevin. Di vê çarçoveyê de em li benda gelê xwe ne ku tev li mitînga me bin. An em ê serbikevin an em ê serbikevin.”   Omer Ocalan jî anî ziman ku gelê me wê bi coşek û hêzeke mezin xwedî li vîna xwe derkeve û diyar kir ku di vê çarçoveyê de tevlibûna mitînga di 28’ê nîsanê de were lidarxistin girîng e û wiha got: “Ji bo em encamên di 14’ê Gulanê de diyar bikin tevlibûna mitîngê girîng e. Em ê bi hev re weke yek dengî xwedî li siyaseta demokratîk derkevin. Ji bo ev siyaseta qirker ji holê rabe, tecrîd were rakirin hemû gelê xwe vedixwînin mitîngê.”   MA / Omer Akın