Polîsan ji rojnameger Gok pirsî: Çalakî û xebatên ku hûn ji bo pêkanînê planên wan dikin çi ne? 2023-04-27 12:58:41   AMED - Edîtorê ajansa me Abdurrahman Gok di encama serdegirtinên malan de hatibû binçavkirin. Emniyeta ku tu sûcên Gok pê tawanbar bike nedîtî, bi devkî jê re got: “Çalakî û xebatên ku we heta îro ji bo pêkanînê planên wan çêkirin çi ne?”    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatin binçavkirin. Ji edîtorê ajansa me Abdurrahman Gok pirsên ne di girtekên emniyetê de hatin kirin.    AZÎZ ORUÇ, SERDAT ALTAN KÎ NE?    Di çarçoveya îfadeyên “şahidê” eşkere Umît Akbiyik ên derheqê rojnameger, parêzer, siyasetmedar û hunermendan de ji rojnameger Gok pirsên ku ne yekser muxatabê wan hatin kirin. Di çarçoveya îfadeyên Akbiyik de rojnameger Abdurrahman Oncu, Azîz Oruç, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Serdar Altan û Zeynel Abîdîn Bulut ên di Produksiyona Pelê de xebitîn û ji 16’ê hezîrana 2022’yan heta niha girtî ji Gok hatin pirsîn. Ji Gok pirsên weke “Ev kî ne?” “têkiliya te bi wan re heye yan na?” “peywira wan a di nava şîrketê de çi ye?”, “Ji kengî ve dixebitin?”, “Nûçe û bernameyên hatine çêkirin di çarçoveya fermanên kê de amade dikin?” û “Xebatên şîrketê bi kîjan armancê tên kirin?” hatin kirin.    ‘DI HEVDÎTINA WE DE NAVEROKA RÊXISTINÎ HEYE YAN NA?’    Di heman demê de ji Gok pirsa navên kesên li jor hatine destnîşankirin ku hevalên wî yên xebatê ne û hejmara axaftinên li ser telefonê yên bi wan re hate kirin û ev pirs kirin: “Hatiye tespîtkirin hûn li ser telefonê bi xebatkarê Produksiyona Pelê Kadîr Bayram re carekê axivî ne. Naveroka axaftina we ya bi Kadîr Bayram re çi ye? Di axaftina xwe de naverokên rêxistinî hene yan na?”    ENDAMTIYA WE YA SENDÎKAYÊ HEYE?    Hinek pirsên li emniyetê weke sûc hatin hesibandin û kirin ev in: “Hûn heta niha ji ber tu sûcan hatine binçavkirin an na?” Hûn bi awayekî legal an jî neîllegal çûne derveyî welat an na? Heke hûn çûbin, hûn bi kîjan armancê çi ku derê? Endamên malbatê, hevalên we yên nêz û derdora we bi kîjan navî bangî we dikin? Tu navên we li xwe kirin, mehlas an jî navên kod ku hûn bi kar tînin hene yan na? Endamtiya we ya ji bo partî, sendîka yan jî komeleyekê heye yan na? Heke hebe hûn bi kîjan armancê bûn endam?”    ‘ÇALAKIYÊN KU HÛN JI BO PÊKANÎNÊ PLAN DIKIN HENE YAN NA?’    Her wiha pirsên ku ne di girteka emniyetê de û tenê ji bo çêkirina qenaetê hatin kirin jî ev in: “Têkilî û pêwendiya we ya bi rêxistina terorê ya PKK/KCK’ê re çi ye? Rayeya we ya di nava rêxistina terorê KCK’ê de çi ye? Navekî KOD ê ku hûn bi kar tînin heye yan na? Çalakî û xebatên ku we heta îro li ser navê rêxistina terorê ya PKK/KCK’ê pêk anîn an jî yên ku we ji bo pêkanînê plankirin çi ne? Ji bo pêkanîna çalakî xebatan hûn ji kê fermanê digirin? Şexsên ku hûn di nava rêxistina terorê ya PKK/KCK’ê de nas dikin kî ne? Rayeya wan a di nava rêxistinê de çi ne?”    Gok û parêzerê wî diyar kirin ku ev pirs di girtekê de cih negirtine lê bi devkî hatine kirin û bersiva wan nedan û xwestin ku ev yek di girtekê de bê nivîsandin.