MED TUHAD-FED: Bi berxwedan û têkoşînê wê êriş vala bên derxistin 2023-04-27 14:06:37 NAVENDA NÛÇEYAN - MED TUHAD-FED'ê bi daxuyaniyekê operasyona qirkirinê ya li dijî rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û parêzeran hate kirin şermezar kir û wiha got: "Bi berxwedan û têkoşîna gelê kurd û hevalbendên wan dê ev êriş vala bên derxistin. Divê kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan."   Di operasyona qirkirina siyasî de endam û rêveberên me jî di nav de dîsa bi sedan siyasetmedar, hûnermend, rojnamevan û parêzer hatin binçavkirin. Hikûmeta faşîst ya AKP û MHP ê ji bo pêşiya têkçûna xwe bigirin bi hincetên pûç û vala êrîş kirin. Nerazîbûnên li dijî binçavkirinan berdewam dikin. Federasyona Komeleyên Piştevaniyê Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) jî bi daxuyaniyekê ev binçavkirin şermezar kir.    MED TUHAD-FED'ê diyar kir ku tirs û xofa ketiye nava AKP'ê û MHP'ê berê êrîşên xwe ên hovane dîsa dane siyasetmedar, hûnermend, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan û wiha got: "Di encama êrîşên qirkirina siyasî de heps û zindanên dewleta Tirkiyê bi hezaran xebatkar û siyasetmedarên kurd tije bûne. Îro di zindanan de jî têkoşîn û berxwedana pêşengên gelê kurd bi rûmetî didome û tevahî zindan wergeriyane qadên berxwedanê. Her çiqas têkçûna hikûmeta faşîst nêz dibe, êrîş û pêkûtiyên desthilatdariyê jî ewqas zêde dibe, lê li beranberî vê yekê  berxwedan jî ew qas mezin û bêhempa dibe. Nîşaneya vê xwe li qad û kolanan bi dengê tilîlî û dirûşmeyên dayîkan bi banga 'li hember faşîzmê serî rakin' bilind dibe."    'ÊRIŞ WÊ BI BERXWEDANÊ VALA BÊ DERXISTIN'    MED TUHAD-FED'ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: "Em bi hêvî û bawerin ku dê ev êrîş û binçavkirinên dawî jî, bi berxwedan û têkoşîna gelê kurd û hevalbendên wan ên xwedî bi rûmet vala bê derxistin û di êvara 14’ê Gûlanê dê bi serkeftina hilbijartinê tacîdar bibe, ji gelê kurd û Tirkiyeyê re demokrasî, azadî û wekheviyê diyarî bike."    BANGA BERDANÊ   MED TUHAD-FED'ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em weke rêveberên MED TUHAD-FED'ê êriş û polîtîkayên bêhiquqî ku tên meşandin şermezar dikin û bang dikin ku ên hatine binçavkirin demildest bên berdan."