Li Amedê nerazîbûna li dijî binçavkirinan: Ewlehiya hilbijartinê di talûkeyê de ye 2023-04-27 15:03:29   AMED - ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê û Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê bertek nîşanî binçavkirinên li 21 bajaran pêk hatin dan û diyar kirin ku operasyonê ewlehiya hilbijartinê xistine talûkeyê.    Endam û rêveberên Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî rojnamevan, parêzer, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl jî di nav de binçavkirina 128 kesan daxuyanî dan. TMMOB’ê li avahiya Odeya Ednezyarên Madenê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.    'DAWÎ LI ZEXTAN BÎNIN'   Rêvebera Odeya Endezyarên Madenê Zeynep Ogûz daxuyanî da û destnîşan kir ku ew zext û operasyonên dijhiqûqî û sîstematîk li ser hevpîşeyên xwe û azadîxwazan şermezar dikin. Ogûz da zanîn ku kesên mîna îktidara siyasî nafikirin tê xwestin bêbandor bên hiştin û got: “Hûn çi dikin û bikin em ê nebin mîna we. Em ê wek xwe bimînin. Li dijî hevalên me her ku diçe êriş û zext zêde dibin. Hevalên me yên ku vî bajarî diparêzin hatine binçavkirin.” Ogûz diyar kir ku ev operasyon ji hilbijartinê qût nîne û wiha got: “Ev hilbijartin li dijî hilbijartinê pêk hatiye. Em ê li ber zextên we serî netewînin û carek din dibêjin, demildest dawî li neheqiyan bînin û hevalên me werin berdan.”    ‘BINÇAVKIRIYAN BERDIN’   Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê jî têkildarî binçavkiriyan daxuyaniyek nivîskî da û binçavkirinan şermezar kir û diyar kir ku ev oeprasyon li dijî hilbijartinê hatiye lidarxistin û ew dixwazin hilbijartinek adilane û demokratîk were lidarxistin. Platformê xwest ku hemû binçavkirî demildest werin berdan.