Rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya hatin girtin 2023-04-27 15:07:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Abdurrahman Gok, Mehmetşah Orûç, Bêrîtan Canozer û Remzî Akkaya ku di çarçoveya operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amed bû de hatibûn binçavkirin, bi îdiaya “gumana sûcê biqewet” hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatibûn binçavkirin. Edîtorê Ajansa Mezopotamya Abdurrahman Gok û nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Mehmetşah Oruç û nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer, rojnamevan Remzî Akkaya ku di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Dadgehê derbarê rojnamevan Gok, Orûç, Canozer û Akkaya de biryara girtinê da. Her çar rojnamevan jî bi îdiaya “gumana sûcê biqewet” hatin girtin.   ‘10 SAL IN EZ ROJNAMEVANIYÊ DIKIM’   Canozer di îfadeya xwe de da zanîn ku 10 sal in ew rojnamevaniyê dike û ew ne li cihek veşarî ew li JINNEWS’ê dixebite. Canozer bi bîr xist ku ew berê jî ji heman sûcdariyan hatiye girtin û darizandin û xwest were berdan.    BEYANÊN ŞAHID NABE ‘ENDAMTIYA RÊXISTINÊ’    Parêzera Canozer, Gulan Çagan Kalelî jî parastina miwekîla xwe kir û destnîşan kir ku nayê wê maneyê ku îfadeyên şahide li ser rojnamevanan daye bibe “endamtiya rêxistinê” û tawanbariyên tên kirin nayê qebûlkirin.    Dadgeriyê diyar kir ku di çarçoveya îfadeyên sîxur û îtarafkar Umît Akbiyik de gumana sûcê biqewet derbarê rojnamevanan de heye û şertê kontrola edlî dê têr neke û derbarê her 4 rojnamevanan de biryara girtinê da.    GOK: FAŞÎZM WÊ TÊK BIÇE    Rojnamevan Abdurrahman Gok piştî ku hat girtin bertek nîşan da û wiha got: "Faşîzm wê têk biçe, xem nekin. Pergala faşîst wê têk biçe. Bimire faşîzm. Bijî Çapemeniya Azad."