Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li çar aliyan bênavber didomin 2023-04-27 16:41:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên hilbijartinê domandin. Di xebatên hilbijartinê de peyamên têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê hate dayîn û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.    Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Îdirê bênavber didomîne. Hedefa partiyê ew e ku her 2 parlamenterên bajar jî bi dest bixe û bişîne meclisê. Endam û rêveberên Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Îdirê, Meclisa Ciwanan û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), îro di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Karaagaçê belavok belav kirin û pisûlayên hilbijartinê li stûnan xistin. Di dema xebatan de ciwanên taxê yên ku dê cara ewil e dengê xwe bidin jî diyar kirin ku dê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    Li hêla din, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajar Aysel Aras û Yilmaz Hûn çûn serdana Îdareya Taybet a Îdirê û Mala Keyayan. Namzet, ji hêla Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Îdirê Ferhat Akkûş û Hevserokê Giştî yê Meclisa Navendê Yaşar Saritaş ve hatin pêşwazîkirin. Di serdanê de li ser hilbijartinê axaftin hatin kirin.   Îro dê danê êvarê de jî li Taxa Cumhuriyetê şahî were lidarxistin.    MÊRSÎN   Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Mêrsînê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de taştê dan aliman. Namzetên parlamenteriyê Alî Bozan, Mûstafa Turk, Haci Bayram Kizartici, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Bedriye Kuş, Berdevkê Maseya Îslamê ya Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê yê Çukurovayê Mahmût Taniş jî di bernameyê de amade bûn.    Di bernameyê de namzetê parlamenteriyê Alî Bozan anî ziman ku wateyeke dîrokî ya hilbijartinên 14’ê Gulanê heye û wiha got: “Piştevaniya aliman a di vê pêvajoyê de gelek girîng e. Enerjiya me zêde ye. Piştgiriya gel, motîvasyona me zêdetir dike. Em ê bi hev re vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Ji ber piştgirî û pêşniyaran spasiya we dikim.”    Ji namzetan Haci Bayram Kizartici jî got ku dê piştgiriya aliman bandoreke mezin li pêvajoya hilbijartinê bike û banga piştevaniyê kir. Ji namzetan Mûstafa Turk jî bal kişand ser yekitiya di dema pêvajoya hilbijartinê.   EDENE   Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li her çar aliyên Edeneyê xebatên xwe bênavber didomînin. Namzetan bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin”, bi Nûnertiya DÎSK’ê ya Çukurovayê û kedkarên Mezbaxaneya Edeneyê re hate ba hev. Ji namzetan Tulay Hatîmogûllari, Ferhat Kabaîş, Rojbîn Çelîk û Mehmet Karakiş tev li hevdîtinan bûn. Di serdanan de hate gotin ku wateyeke dîrokî ya hilbijartinên 14’ê Gulanê ye û ji bo Partiya Çepên Kesk deng xwestin.    ANTALYA   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Antalyayê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana Komeleya Colemêrgiyan a Antalyayê. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, namzetên parlamenteriyê yên Antalyayê Sarûhan Oluç, Canan Çalagan, Muhsîn Taşar û gelek endamên partiyê di serdanê de cih girtin.    Serokê Komeleya Colemêrgiyan Salîh Selek di serdanê de diyar kir ku dê di hilbijartinê de piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk û banga piştevaniyê li her kesî kir.    Ji namzetan Sarûhan Oluç jî di serdanê de ev tişt anî ziman: “Îktîdara AKP-MHP’ê li vî welatî wêraniyeke mezin kirin. Hem ji hêla aboriyê ve hem jî ji hêla siyasetê ve welêt veguherand kavilekî. Em ji bo guherînê têdikoşin. Di vê mijarê de em ji gelê xwe bibawer in. Divê em li Antalyayê hejmareke zêde ya dengan bistînin û dê teqez 2 parlamenteran bişînin meclisê. Baweriya me ya bi gelê Colemêrgê jî bêdawî ye.”   Piştî axaftinan jî xwarinên herêma Colemêrgê pêşkeşî mêvanan hatin kirin.    SEMSÛR   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de bi namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglu, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Ceritliyê li navçeyên Aldûş, Kolik û Besniyê serdana gel kirin û piştre jî li taxa Bahçelîevler a navenda Semsûrê buroya hilbijartinê vekirin.    Namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Bulent Cinar û Meryem Cerîtlî tevlî vekirina buroya bûn ü namzeta parlamenteriyê Yuksel Yucedag jî ji ber xebatên xwe yên hilbijatinê negihişt vekirina buroyê. Di vekirina buroyê de, di destpêke de Meryem Ceritlî axivî. Ceritliyê xerhatina gel kir. Piştre jî Bulent Çinar axivî û anî ziman ku ew li Semsûrê bi hêz in û dikarin bibin partiya yekem. Her wiha Çinar bertek nîşanî êrişên li dijî rojnameger, parêzer, hunermed û siyasetmedaran da û got: "Ew mudaxaleya li dijî hilbijartinan e. Em daxwaz dikin ku hevalên me demildest bên berdan. Em bang li gelê xwe jî dikin ku heta hilbijartinan ji dil û can ji bo Partiya Çepên Kesk bibe partiya yekem, bixebitin."   Pişt rê jî Îzzet Karadag axivî û anî ziman ku daxwaza wan ew e ku li Semsûrê bibin Partiya yekem û wiha got: "Di erdhejê de me dewletê nedît. Gel çend rojan di bin kavilan de ma, lê alîkariya wan nehat kirin. Lê kî mafê xwe û azadiyê dixwaze dewlet bi cop, polîs û lêşkerên xwe li wir e."    Herî dawî jî Alî Kenanoglû axivî û bal kişand ser binçavkirina rojnameger Kadîr Bayram ku li Semsûrê di konebajar de hatibû binçavkirin û ev tişt gotin: "Di dema binçavkirinan de jî ji hevalên me re dipirsin 'we çima di erdhejê de konebajar ava kirin.' Lê mexdûrên erdhejê dizanin ku gelê kurd û HDP alîkariya wan kir. Namzetên parlamenteriyê yên AKP nikarin bi rihetî di nava gel de bigerin. Gel bertek nîşan dide û dibêje 'hûn heta niha li ku bûn.' Lê gel bi coş me pêşwazî dike."   Piştî axaftinan buroya hilbijartinê ya taxê hat vekirin.   ÎDIR   Şahiyên ku di çarçoveya hilbijartinê de tên lidarxistin bi coşeke mezin û tevlibûnekî xurt berdewam dikin. Partiya Çepên Kesk li Taxa Cûmhûriyet a Îdirê bi tevlibûna namzetên partlementeriyê Aysel Aras û Yilmaz Hûn şahiyek li dar xist. Ciwan, jin û şêniyên tax eleqeye mezin nîşanê Partiya Çepên Kesk dan. Namzetan bi welatiyan re govend gerandin û daxwaza serkeftinê kirin.   Namzetan piştî govendê gel silav kirin û çend tişt anîn ziman. Ewil namzeta rêza duyemîn a Îdirê Aysel Aras mîkrofon girt û xêr hatina gel kir. Di berdewamiya axaftina xwe de Arasê destnîşan kir ku ew bi Partiya Çepên Kesk meşa xwe berdewam dikin û ev tişt anî ziman: “Ev coşa we em gelek kelecan kirin. Em ê bi hev re vê tekoşînê serbixin. Em ê 14’ê gulanê de xwedî li sindoqan derbikevin û bi hev re serbikevin.   ‘DESTKEFTIYÊN KURDAN DI HEDEFÊ DE NE’   Dû re namzetê rêza yekemîn Yilmaz Hûn axivî û diyar kir ku desthilata AKP’ê hemû destkeftinên kurdan kiriye hedefa xwe de û êriş dike. Hûn bi lêv kir ku qeyûm tayînî şaredariya Îdirê û ya Xelfeliyê  ku wan bi tevî hemû zoriyan jî bi dest xistiye kirine. Hûn bi domdarî wiha got: “Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş û Hevşaredarê Xelfeliyê Hasan Sefa niha di zîndanê de ne. Em ji vir silavên xwe ji rêhevalên xwe re dişînin û soz didin ku em ê 14’ê gulanê desthilatê li ser sidoqan têk bibin. Di 2019’an de hemû partiyên siyasî bibûn yek li hemberî me ku em sernekevin. Bila niha jî bibin yek. AKP, MHP, BBP û yeke din jî heye ew jî partiya hizbûllah ku bi torosên sipî û kûştinên kiryarnediyar tên naskirin HUDA-PAR. Weke hûn jî dibînin hemû (redçî) hatine ba hev ku kurd sernekevin. Di destê wan de derfetên hemû dewletê THY, TRT, balafir, teyare, di herêman de Walî, Qeymeqam, Miduriyetên Ewlehiyê û Cendirme hene. Hemû saziyên dewletê weke buroyên AKP’ê dixebitin. Di destê me de jî tenê doza me ya mafdar û gelê me yê ku hertim bi me re ye heye.”   Şahî bi gerandina govendê û dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.