Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigireBûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin 2023-04-27 16:43:01   MÛŞ - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê ji hezaran kesan re axivî wiha got: “Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire.” Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî wiha got: “Em ê vî karî di tûra ewil de biqedînin, em nahêlin ku qezayek çêbibe. Hûn ê tûra duyemîn nebînin.”   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 14’ê Gulanê de mitîngan li dar dixe. Piştî mitînga li navçeya Tetwan a Bedlîsê, Partiya Çepên Kesk niha jî li navenda Mûşê mitîngê li dar xist. Mitîng li Qada Kobanê bi dirûşma “Dîsa em/Reyna ma” tê lidarxistin. Gelemperiya beşdaran jin û ciwan in û bi alayên partiyê û flameyên bi rengên kesk, sor û zer ketin qadê. Ciwanan, gelek caran li qada mitîngê dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di heman demê de beşdaran li qada mitîngê pankartên “Serok yek e ne sed e", "Silav ji bo kesên tolê hiltînin, Heval Harûn” û “Heke di lûleyên tifingên we de çil milyon gule hebin jî hûn nikarin me bidin sekinandin” hatin vekirin.   Qada mitîngê di demekî kurt de tejî bû. Bi ketina qadê ya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir coş derket asta herî jor.    BIJÎ SEROK    Bername bi silavdayîna Komîteya Amadekar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî û namzetan a girseyê dest pê kir. Yek ji namzetan Serhat Dûrsûn diyar kir ku bi erdhejê re AKP û MHP jî hejiya û wiha got: “Niha li pêşiya me du hilbijartin hene. Ev hilbijartin ji bo gelê kurd gelek girîng in. Di van hilbijartinan de dikarin darbeyekî mezin li desthilatê bidin.” Li ser pirsa Dûrsûn a “Gelê Mûşê hûn amade ne” girseyê bersiva “erê” da. Girseyê bi durişmeya “Bijî Serok Apo” demekî dirêj axaftina Dûrsûn birî.    Di dema axaftina yek ji namzeta parlamenteriyê Sumeyye Boz de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Boz, bal kişand zexta li ser jinan zêde bûyî û wiha got: “Em ê teqez vê desthilata mêr têk bibin û hesaba komkujiyên jinan bipirsin. Vîna me jinan nas nekirin. Em jin in li vir in, berê jî hebûn em ê di pêşerojê de jî hebin.”   TEMELLÎ: DI ÇARESERIYÊ DE MUXATAB OCALAN E   Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî girse bi kurdî silav kir û wiha got: “Ji bo me pirsgirêka herî mezin azadî ye. Heta ku azadî nebe wê edalet jî nebe, aş jî nebe, kar jî nebe, aştî jî nebe. Ya ku rêya azadiyê veke çareserkirina pirsgirêka kurd e. Çareseriya pirsgirêkê hem ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn hem jî ya Tirkiyeyê jêveneger e. Ev mesele dê bi muxatabê wî re bê çareserkirin. Mûxatabê vê mijarê Birêz Ocalan e. Ez ji vir bang li hemû kesên ku hişê wan tevlihev bûne dikim; Li muxatabekî din negerin. Yê ku vê pirsgirêkê çareser bike Birêz Ocalan e. Cihê ku mijar were muzakerekirin Meclis e. Ji ber vê yekê, ji bo muzakere xurt bibe, divê Partiya Çep a Keskan bi awayekî xurt biçe Meclisê. Li her dera Kurdistanê ev dê bibin partiyên tabelayê.”   Di vê navberê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin.    BAYINDIR: TÎRA AZADIYÊ JI KEVANÊ DERKET   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bi çepik û tilîliyan derket ser dikê û wiha axivî: “Em ber bi dawiyê ve diçin. Ev sekna we sekna serkeftinê ye. Kurdan çi bi dest xistibe bi têkoşînê bi dest xistî ye. Kurd bi têkoşînê nêzî serkeftinê bûn. Ev hilbijartin hilbijartina ciwan û jinan e. Em ê di pêşengtiya ciwanan vê rejîma faşîst hilweşînin. Em ê bi vê sekna we peşiyê li çareseriya pirsgirêka kurd vekin. Em ê deriyê zîndanan bişikînin.”   Bayindir berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire. Em ê di 14’ê Gulanê de serbikevin û pêşiyê li ber azadiyê vekin. Em ê govenda azadiyê li qada Mûşê bigerînin.”   BÛLDAN: GELÊ MÛŞÊ NE DI XEMA DESTHILATÊ DE YE   Bûldan wiha axivî: Buldan'ın konuşmasının satır başları şöyle: “Ciwanên me yên hêja ji ber zîhniyeta vê pergalê û îktidarê hemû betal in. Lê helbet ne tenê li Mûş e. Ev 21 sal in li vî welatî desthilatdar in, lê welat xwarin. Alîgir û çeteyên xwe dewlemend kirin, gel feqîr kirin. Ji bo siberoja gelê Mûşê divê em li ber vê îktidarê rabin. Bi pirsgirêkên cotkar û hilberînerên Mûşê re mijûl nabin, her ku diçe feqîr dibin. Welat dizîn û talan kirin. Ji bo pêşxistina vî welatî tiştek nekirin. Her çend welat xwedî çavkaniyên pir dewlemend be jî, wan çavkaniyên welat ji şer û piştgirên xwe re xerc kirin. Em ketine serdemeke ku divê zîhniyeta rêveberiyê ya îktidara AKP û MHP’ê li vê erdnîgariyê bi dawî bibe. Em li ber firsendeke dîrokî ne, em di serdemeke dîrokî de ne û berpirsyariyên me hemûyan ên dîrokî hene. Dîroka 14’ê Gulanê wê bibe qonax û rojek ku em îktidara AKP MHP’ê bişînin.   EM Ê DI TURA EWIL DE BIQEDÎNIN    Rayên em ê di 14’ê Gulanê de biavêjin sindoqan dê qedera me hemûyan biguherîne. Wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Wê qedera gelê kurd biguhere. Ev hilbijartinek dîrokî û girîng e. Em ji Mûşê dibêjin; Em ê vî karî di tûra ewil de biqedînin. Em ê ji tûra duyem re nehêlin. Em ê di tûra yekemîn de biqedînin. Hûnê tûra duyemîn nebînin. Hûnê wisa herin, hûnê nikaribin li pişt xwe bizivirin. Hûnê serxwar serxwar biçin.    KURD DÊ WE BIŞÎNIN    Em soz didin we dê Partiya Çepên Kesk we ji AKP’ê rizgar bike. Em ê li Mûşê 3 parlamenteran jî bi ser bixînin. Em vê jî ji we re bêjin ên ku we bişînin jî kurd in. Wê kurd di sindoqan de hesabên hemû tiştên hatine serê wan ji we bipirse. Belê kurdan tu demê serî netewand û wê serî netewînin jî. Bawer bibin piştî ku AKP biçe wê her kes bigihîje azadî, aramî û aştiyê.”    Mitîng li ber stranên hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû.