Li Amedê kesekî din jî hat binçavkirin 2023-04-27 23:05:09   AMED - Di çaçroveya lêpirsîna 3 roj berê li Amedê hat detspêkirin, ciwanê bi navê Halîm Aslan jî hat binçavkirin.    Di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê de li 21 bajaran rojnamevan, siyasetmedar, hiqûqnas, rêveberên sendîkayan û hunermend jî di nav de herî kêm 128 kes hatibûn binçavkirin. Hat hînkirin ku îro danê êvarî li semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê ciwanê bi navê Halîm Aslan jî hatiye binçavkirin.