Sancar bang li hilbijêrên derveyî welat kir: Biçin ser sindoqan 2023-04-27 23:58:37       NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bang li hilbijêrên li derveyî welat kir û got: “Biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin Çepên Kesk.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ku bi navê Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinan bibin, bang li hilbijêrên li derveyî welat kir. Sancar bi bîr xist ku îro ji bo hilbijêrên li derveyî welat dengdayîn dest pê kiriye û bang kir ku bila her kes biçin ser sindoqan.   Sancar di vîdyoyê de ku bi nota “Raya te dengê te ye, îradeya te ye. Dengê xwe bide, em bi hev re biguherînin” li ser hesaba fermî ya medyaya dîjîtal ya HDP’ê hat parvekirin, wiha got: “Gelê me yê hêja yên li derveyî welat dijîn, ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim. Ji hilbijartinên çarenûsî yên Tirkiyeyê re çend rojek man. Dengdayîna ji bo ve di 27’ê Nîsanê de dest pê dike. Em partiya duyemîn in ku li derveyî welat dengê herî zêde girtiye û em armanc dikin ku bi piştgiriya we bibin partiya yekem. Lê mixabin rêjeya dengdayîna li derveyî welat kêm e. Em hemû di vê zanebûnê de ne ku di vê hilbijartinê de her dengek çiqas girîng e.   EM Ê BI HEV RE BIGUHERÎNIN   Hûn dikarin heta 9’ê Gulanê li nûnertiya herî nêzî û heta 14’ê Gulanê li deriyên gumrukê dengê xwe bidin. Dîroka dengdanê li gorî welatan tê guhertin. Hûn dikarin van dîrokan li ser malpera Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) û hesabên medyaya dijîtal yên Karên Hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk kontrol bikin.”