Şanoya Bajêr a Amedê: Hevalên me tev hatin berdan, niha jî dora temaşekirina lîstikê ye 2023-04-28 11:05:03 AMED - Şanoya Bajêr a Amedê ku lîstikvanên wê hatin berdan wiha got: “Hevalên me yên lîstikvan tev hatin berdan. Îro û sibê lîstika me heye. Em li benda we ne!”    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê; rojnameger, hunermend, siyasetmedar, sendîkavan û parêzer jî di nav de derheqê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Di encama serdegirtinên malan de herî kêm 134 kes hatin binçavkirin. Ji duh heta niha 26 kes hatin girtin û 18 kes jî hatin berdan. Şanoger ango lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê jî tev hatin berdan.    Yavûz Akkûzû, Ozcan Ateş, Sadettîn Înal, Hamdusena Ozbey, Elvan Koçer Yildirim û Şahperî Alphan Bayhan ku di binçavan de bûn, duh bi şev hatin berdan.    ‘EM LI BENDA WE NE’    Şanoya Bajêr li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: “Hevalên me yên lîstikvan tev hatin berdan. Îro û sibê (în û şemî) lîstika me ya ‘Wê Hesab Neyê Dayîn’ heye. Em li benda we ne!”