Dozger xwest rojnamevan Çelîk û Yayla bên cezakirin 2023-04-28 12:30:24   STENBOL - Dozgerê derbarê rojnamevan Ferhat Çelîk û Îdrîs Yayla yên ji ber nûçeyên li ser welatiyên li navçeya Şaxê ji helîkopterê hatin avêtin, tên darizandin de mutalaaya xwe pêşkeş kir xwest rojnamevan bên cezakirin.    Li navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlona 2020’an de leşker derketibûn operasyonê û Servet Tûrgût (55) û Osman Şîban (50) binçav kiribûn. Leşkeran her du welatî ji helîkopterê avêtibûn û her du jî bi giranî birîndar bûbûn. Tûrgût piştî demekê jiyana xwe ji dest dabû. Rojnamevanên ku bûyer ji raya giştî re ragihandibûn jî hatibûn girtin.    Dozger Îsmaîl Koker derbarê Turgut û Şîban de biryara binçavkirinê dabû. Heman dozgerî derbarê rojnamevanên nûçeyên bûyerê çêkiribûn de biryara binçavkirinê derxistibû û derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamya Ferhat Çelîk û Xwediyê Îmtiyazê yê Jiyan Haberê Îdrîs Yayla de bi hinceta “Peywîrdarên cemaweriyê yên di têkoşîna bi terorê re de cih girtin hedef nîşan dane” doz vekiribû.   Danişîna doza her du rojnamevanan îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate lidarxistin. Rojnamevan û parêzerên wan ên hincet nîşandan beşdar nebûn.    DAXWAZA CEZA   Dozgeriyê derbarê esasê de mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozgerê ku îdia kir Çelîk û Yayla weke rojnamevan mukelefiyeta xwe pêk neanîne, sûcê ku pê tên sûcdarkirin kirine. Dozgeriyê xwest rojnamevan bên cezakirin.    Dadgeha ku biryara xwe da hinceta parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 4’ê gulanê kir.