‘Wê ev operasyon dawiya wan bîne’ 2023-04-28 14:26:44   AMED - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk a Amedê û Hevserokên HDP’a Amedê bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan û gotin: “Wê ev operasyon têra xilas bûna wan neke. Çi dikin bila bikin wê bi ser nekevin. Em ê di 14’ê Gulanê de hesabê vê yekê bipirsin.”    Di operasyona 25’ê Nîsanê ya navenda wê Amed bû de û li 21 bajaran hat kirin, zêdetirî 130 kesî hatin binçavkirin. Ji van kesan 31 hatin berdan û 28 kes hatin girtin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Hevserokê HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan diyar kirin ku ev operasyon bi zanebûn beriya hilbijartinê hatiye kirin û ew ê roja hilbijartinê hesab ji desthilatdariyê bixwazin.    ‘WÊ EV OPERASYON DAWIYA WAN BÎNE’    Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku ev operasyon bi awayek toyekûn li ser gelê kurd pêk hatiye û got: “Her ku hilbijartin nêz dibe, desthilatdarî ditirse û tirsa têkçûnê dikeve dilê wan. Ev tirsa têkçûnê berê wan dide kurdan. Dixwaze tepisandina gelê kurd di hilbijartinê de bi ser bkeve. Em ê hesabê van lîstikên wan qirêj roja 14’ê Gulanê ji wan bixwazin û lîstikên wan pûç bikin. Li dijî êrişan dê îradeya gel bi ser bikeve. Wê siyaseta demoratîk bi ser bikeve.”    ‘HEWLDANÊN DAWÎ YÊN FAŞÎZMÊ NE’    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn operasyonê wek hewldanên îktidara AKP-MHP’ê nirxand û got: “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze rejîma zextan li ser muxalefetê ava bike. Lê em ê bi xebat û serkeftina xwe bersiva wan bidin. Em ê wan têk bibin. Çimkî ew ji bilî tundiyê û nefrete nadin xelkê. Lê em jiyana nû didin gel û dinyayê. Ferqa navbera me ev e. Wê êriş negihîjin armanca xwe. Em û gelê me li dijî provokasyon û binçavkirina topyekûn derketin. Hevalek me bê girtin wê 10 hevalên me şûna wan tije bikin.”    ‘EM Ê BI HEMÛ LEZA XWE BIXEBITIN’    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn jî destnîşan kir ku ew dest ji têkoşîna xwe bernadin û wê di 14’ê Gulanê de li hesabê hemû binçavkirin, girtin û xerabiyan bipirsin û roja 14’ê Gulanê roja hevrûbûnê ye. Tekîn got wê ev operasyon nikaribin xebat û têkoşîna wan rawestînin û heta roja hilbijartinê dê bi hemû lez û beza xwe bixebitin.”    ‘ÇI DIKIN BILA BIKIN DÊ BI SER NEKEVIN’    Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Her roja ku diçe desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ber bi têkçûnê ve diçe. Dîtin ku wê têk biçin niha jî lîstok û senaryoyan amade dikin. Me her daîm got û em ê her daîam jî bêjin, wê ev hilbijartin neşibin hilbijartinê bihûrî. Gel êdî AKP-MHP’ê baş nas dike û lîstokên wan jî dizane. Ji ber vê yekê fêm kirin ku dê têk herin û lawaz bûne. Hêz û baweriya gelê me dîtin lewma êrişî me dikin. Em ê destûrê nedin ku cihê hevalên me vala bimîne. Wê şûna rojnamevan, hiqûqnas, siyasetmedaran vala nemîne. Lewma çi dikin bila bikin wê qet bi ser nekevin. Wê nikaribin pêşiya hêza me bigirin. Em ê di 14’ê Gulanê de hemû bi hev re dawî li zilmê bînin û em ê rêya azadî û aştiyê vekin.”    MA / Eylem Akdag