Demîrtaş bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Ev komploya Qesrê, Soylû û Bozdag e 2023-04-28 14:44:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bertek nîşanî operasyona binçavkirinê da û got: “Ev komploya hevpar a Qesrê, Soylû û Bozdag e.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bersiva pirsên rojnameya Cumhuriyetê da û bertek nîşanî operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amedê bû da. Demîrtaş diyar kir ku gelek rojnamevan, hiqûqzan, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl hatine binçavkirin û girtin û got: “Ev li operasyona li dijî hilbijartinê ye. Bi temamî xebatek dij hilbijartinê ye. Dixwazin komploya hilbijartinê çêbikin. Pir eşkere ye, ev operasyona li dijî hilbijartinê bû. Mîna ku biçin operasyona derveyî welat, serê sibehê bi ser mala gelek kesan de girtin. Bila her kes bawer bike ev komploya hevpar a Qesrê, Soylû û Bozdag e. Çimkî Soylû û Bozdag bi xwe jî namzet in. Lê belê ji bo ku rikberên xwe tasfiye bikin rayeya wezaretiyê bikar tînin. Dijhiqûqî karûbaran dikin.”