Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin 2023-04-28 18:17:05   AMED-  Di operasyona binçavkirinê ya Amedê de, Halîse Aksoy jî ku hestiyên kurê wê Egît Îpek bi kargoyê jê re hatibûn şandin, hat girtin.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ku ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik hatibû destpêkirin, hejmara kesên hatin binçavkirin gihîşt 143'yan. 125 kes di 25'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin. Ji kesên di 25'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin, kom bi kom sewqî edliyeyê tên kirin. Îro danê ji 23 kesên ku dnaê sibehê sewqî edliyeyê hatin kirin 10 kes hatin girtin û 12 kes jî bi şertê kontrolkirin edlî hatin berdan. Bi girtina van 10 kesan re hejmara kesên hatin girtin gihîşt 38'an û bi berdana 13 kesan re jî hejmara kesên hatin berdan gihîşt 44'an.    Îro danê sibehê parêzer Resul Temur, Mehmet Oner, Pirozhan Karali, Zozan Acar û Ozlem Gunduz, Mahir Yildiz, Gulten Avesta Uçar, Hilal Ada, Ruşen Dogan, Nasır Yilmaz, Mehmet Yalçin, Mehmet Andok, Alattin Zûgurlî, Suzan Aksu, Hebat Mimkara, Halil Delen, Fikri Ay, Nurettin Bakan, Mustafa Çukur, Eşref Yaşa, Engin Karakoç, Mehmet Şingar, Osman Çelik, Ahmet Alnak, Hivda Gonenç, Hatip Guney, Agit Kaysı, Firas Turk, Evin Doster, Halise Aksoy, Hamza Sumeli, Mustafa Pektaş û rojnamevan Ahmet Kanbal, Osman Akin û hunermend Çinar Dogan sewqî edliyeyê hatin kirin.    HALÎSE AKSOY HAT GIRTIN   Piştî îfadeya li dozgeriyê Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Aksoy bi kargoyê jê re hatibûn şandin û keça wê Mizgîn Karataş, Fîkrî Ay, Hîlal Ada, Mehmet Yalçin, Mehmet Andok Bayram, Agît Kaysi, Alattîn Zûgûrlî, Farist Turk, Evîn Doster û Nûrettîn Bakan bi daxwaz agirtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Amedê hatin kirin. Dadger her 10 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt.