Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in 2023-04-28 20:45:37   RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku li Pirsûsê xîtabî bi hezaran kesî kir, diyar kir ku dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû û got: "Em çareserkirina pirsgirêkên sereke bi guherandina serokkomartiyê ve girênadin. Bername û hêza sereke ya ku vê pergalê biguherîne,em in."   Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Prisûsê ya Rihayê bi beşdariya bi hezaran kesî mîtîngek li dar xist. Qada mîtîngê ku li têketina bajêr e, bi alayên partiyê hat xemilandin. Bi hezaran kes tevlî mtîngê bûn. Kesên di dest wan de alayên partiyê û ber bi qada mîtîngê ve hatin dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.    Piştî ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce hatin qadê coşa li qadê bilind bû.    Bername bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo kesên ku tê dikoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de dirûşmeya "şehîd namirin" hat berzkirin. Parê namzetên Partiya Çepên Kesk derketins er dikê. Gava Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ku tevî dêya xwe Emîne Şenyaşarê li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, derket ser dikê girseyê bênavber li çepikan xist. Piştî ku Hevserokên HDP û DBP'ê yên bajêr welatî silav kirin, Hevserokê Giştî axivîn.    'JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ...'   Ewilî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîzê di axaftina xwe de destnîşan kir êdî tu tiştekî ku ev desthilat ji gel re bibêje nemaye û ji ber vê dest bi binçavkirinan kiriye û bal kişand ser binçavkirin û girtina rojnameger, hunermend, parêzer û siyasetmedaran. Aydenîzê destnîşan kir ku ew ê bi helwesta Pirsûsê va kujeran bişînin û faşîzmê birûxînin.   Aydenîzê bilêv kir ku divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û got: "Dizanin ku birêz Ocalan ji bo aştî û wekheviyê têdikoşe. Ev desthilata faşîst ji aştiyeke birûmet ditirse. Lewma tecrîdê kûr dike. Lê belê îro ro hemû cîhan têkoşîna ji bo aştî û wekheviyê ya birêz Ocalan dibîne. Ji bo şikandina tecrîdê em ê jî di 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."    'EM Ê PIŞTGIRIYA BIDIN KILIÇDAROGLÛ'   Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar jî got: "Ez dibînim ku Pirsûs ji bo hilbijartinê û serketinê amade ye. Gelê Pirsûsê tim li ber zilmê li ser pêyan e û cihê wê yê di têkoşîna me de cihekîc uda ye. Ev ruh û têkoşîn ji bo me çavkaniya hêzê ye."    Sancar îşaret bi Kobanê kir û got: "Li hember Kobanê heye. Berxwedana li Kobanê wekî rûpeleke taybet ket nava dîroka cîhanê. A ku dawî li DAIŞ'ê anî berxwedana Kobanê bû. Niha jî dem hatiye ku em di 14'ê Gulanê de dersekê bidin feraseta DAIŞ'ê. Gelê Rihayê, gelê Pirsûsê, gelên Tirkiyeyê li benda wê rojê ne. Em ê wê rojê di sindoqan de bersiva herî mezin bidin vê ferasetê. Ma ne wisa ye?"    Sancar di berdewama axaftina xwe de îşaret bi hilbijartinên Seorkkomartiyê kir. Sancar diyar kir ku dê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû û got: "Em çareserkirina pirsgirêkên sereke bi guherandina serokkomartiyê ve girênadin. Bername û hêza sereke ya ku vê pergalê biguherîne, em in."   Her wiha Sancar bilêv kir ku divê Partiya Çepên Kesk di meclisê de xwedî temsiliyeteke mezin be û got: "Ji bo pêkanîan xeyalên 33 Rêwiyên Xeyalan, divê em bi awayekî herî xurt biçin meclisê. Wê gavê em ê hesab ji hemû kiryaran bipirsin. Dê wê gavê edalet bê."    Sancar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê jî û got ku ew ê hesab ji kesên ku tiliya wan di vê komkujiyê de heye bipirsin. Sancar îşaret bi girtina rojnamevanan jî kir û got: "Çapemeniya azad natepise. Kes nikare zarokên Apê Mûsa bêdeng bike."    Mîtîng bi stranên hunermendan û govendgerandinê bi dawî bû.