Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan 2023-04-28 23:59:17   AMED- Parêzer Resûl Temûr û rojnamevan Ahmet Kanbal bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    Ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, Serdozgeriya Komarê ya Amedê li 21 bajaran 143 kes binçav kiribûn. Parêzer Resûl Temûr û Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ku di çaçroveya heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Amedê hatibûn kirin.   Temûr û Kanbal piştî îfadeya li dadgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.