Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’ 2023-04-29 11:45:14   HATAY - Li Hatayê dê milyonek û 62 hezar kes dengê xwe bidin. Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Hatayê Alî Bîlgîn têkildarî xebatên ewlehiya hilbijartinê wiha got: “Ji bo ku îradeya gel li ser sindoqan baş bê temsîlkirin, ji destê me çi were em ê bikin.”    Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Hatayê dê milyonek û 62 hezar kes dengê xwe bidin. Li Hatay û navçeyên Antakya û Defneyê dê hezar û 89 sindoq bên danîn. Ji ber ku dibistanên dê 245 sindoq lê bihatina danîn di erdhejê de xesar gihiştê, tê payîn ku dê ji van sindoqan 110 jê di bin konteyniran de bên danîn. Her wiha tê payîn ku li taxên çoltarê yên xwegihandina wan deveran zehmet e, ji bo dengdayînê sindoq di bin konan de bên danîn. Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener di 26’ê nîsanê de hate bajêr û ev îdia kir: “Me ji bo dayîna dengan qadên biewle ava kirine. Hataya me niha ji bo hilbijartinê amade ye. Bila hemû hemwelatî û partiyên siyasî piştrast bin ku ji bo ewlehiya hilbijartinê hem li Hatayê û hem jî li bajarên din tevdîrên pêwîst hatine girtin.”    Tevî daxuyaniyê jî fikarên xelkê bajar didomin. Di vê çarçoveyê de Baroya Hatayê ji bo ewlehiya hilbijartinê tevdîr girtin. Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Hatayê Alî Bîlgîn, têkildarî ewlehiya hilbijartinê û fikarên heyî bi ajansa me re axivî.    TÊKILDARÎ SINDOQ Û HILBIJARTINAN PERWERDE HATIN DAYÎN    Bîlgîn, anî ziman ku ji roja biryara hilbijartinê hatiye dayîn heta niha wan li gel baroyên din ên li herêmên karesatê û bi piştgiriya baroyên din têkildarî parastina sindoqan û ewlehiya hilbijartinê dest bi xebatan kirine û wiha got: “Piştî perwerdeyên li Baroya Îzmîrê û TBB’ê, me jî perwerde da rêxistinên civaka sivîl. Me hempîşeyên xwe li qadên cuda belav kirin. Me ji wan re vegotin bê ka dê gilî û nerazîbûnên di dema hilbijartinê de çawa bixebitin û me li dibistanan peywirdar kirin. Em ê piştgiriyê bidin saziyên weke Oy ve Otesiyê. Di roja hilbijartinê de em ê li qadan bin. Ji bo vîna gel li ser sindoqan rast were temsîlkirin, tişta ku ji destê me tê em ê bikin. Baroya Hatayê ji roja desptêkê heta niha di vê çarçoveyê de dixbite. Heke hêj jî li welêt ji bo ewlehiya hilbijartinê fikar hebin, ev tê wê wateyê ku demokrasî hêj bi cih nebûye. Karê ewil ewlehiya sindoqan û piştre jî jiholêrakirina rîskên li ser ewlehiya sindoqan e. Em ji bo vê têdikoşin.”   'OHAL BÊ DIRÊJKIRIN JÎ DÊ GEL XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE’    Herî dawî jî Bîlgîn ev tişt anî ziman: “Dibe OHAL dîsa were dirêjkirin. Li vê derê gelên ku di bin OHAL’ê de dijîn hene. Em ê li gorî dirêjkirina OHAL’ê nirxandinê bikin bê ka bandoreke çawa dê li ser hilbijartinê bike. Lê dirêj jî bikin dirêj jî nekin dê gel xwedî li vîna xwe derkeve. Hema hema hemû endamên Baroya Hatayê vegeriyan bajar. Dê li hemû navçeyan parêzer di roja hilbijartinê de li qadê bin. Em li gorî tu partî û nêrînan tevnagerin. Ji ku derê banga alîkariyê were, em ê li wir bin. Bila gelê me bê dengê xwe bide û xwedî li sindoqan derkeve. Ji ber ku ev der ên me tevan e.”    MA / Mujdat Can