‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’ 2023-04-29 12:23:07     BALIKESÎR - Endamê PM’a HDP’ê Gencer Uçar da zanîn ku li bajar ser her sindoqê mişahidek peywirdar kirine û wiha got: “Dê ewlehiya sindoqê li Balikesîrê nebe pirsgirêk.”    Ji bo hilbijartinên serokkmarî û yên giştî çendek roj mane. Partiya Çepên Kesk jî xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Yek ji bajarên ku xebatên hilbijartinê bênavber lê didomin jî Balikesîr e. Li hêla din jî ji bo ewlehiya hilbijartinê xebat tên meşandin. Li Balikesîrê dê 3 hezar û 316 sindoq bên danîn û 989 hezar û 274 hilbijêr dengê xwe bidin. Partiya Çepên Kesk ji bo hemû sindoqên li Balikesîrê hatine danîn mişahid û ji bo her dibistanê jî berpirsyar peywirdar kiriye. Her wiha bi peywirdarkirina parêzerên re dê mudaxaleyî pirsgirêkên di roja hilbijartinê de derkevin holê bike.    Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gencer Uçar têkildarî xebatên hilbijartinê û ewlehiya sindoqan a li Balikesîrê axivî.    Uçar, got ku xebatên wan ên hilbijartinê yên li bajar bi coşeke mezin didomin û ev tişt anî ziman: “Em bibiryar in ku ji Balikesîrê parlamenterekî derxînin. Ji bo vê potansiyelê derxînin holê jî em xebateke zêde dikin. Kedxwarî û talan di her qadê de berdewam e. Zîhniyeta xweza û mirovan tune dike, heman zîhniyet e. Em jî li dijî vê zîhniyetê têdikoşin. Azadiya mirovan tê bisînorkirin. Lê têkbirina van zextan di destê me de ye. Em ê bi saya alîkariya gel dê di hilbijartinê de dawî li van zextan bînin. Tevahiya gelan di bin sîwana Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev. Partiya me berê gelan nade hev lê yekitî, aştî û azadiya gelan dixwaze. Em ê bi hev re bi ser kevin.”    'DÊ EWLEHÎ NEBE PIRSGIRÊK’   Bi domdarî Uçar anî ziman ku ewlehiya hilbijartinê her tim bûye pirsgirêk û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê di saetên serê sibehê ya hilbijartinê de li ser peywira xwe bin. Dê li ser her sindoqê mişahidek û li her dibistanê jî berpirsyarek hebe. Li dijî pirsgirêkên îxtîmalî jî dê parêzerên me li qadê bin. Weke partiyê em ê her kêliyê bi hevalan re di nava peywendiyan de bin. Ji kêliya dayîna dengan heta sindoqan dibin lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan, em ê her kêliyê bişopînin. Em ê belgeya bi îmzeya şil a her sindoqê bigirin. Dê ewlehiya hilbijartinê li Balikesîrê nebe pirsgirêk. Ji bo ku hilbijêr neçin ser sindoqan, hewl didin fikara ewlehiya sindoqan biafirînin. Ji bo valaderxistina vê hewldanê, em xebatên xwe bênavber didomînin. Em mal bi mal, kolan bi kolan digerin û vê biryardariya xwe bi gel re parve dikin. Dê hilbijêrên Partiya Çepên Kesk nebêjin ‘dê dengê me vala derkeve.’ Dê li her cihê lê ne dengê xwe bidin.”    MA / Delal Akyuz