Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan 2023-04-29 15:14:59   ENQERE - Hiqûqnasan, ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê yên giştî û serokkomariyê perwerdehiya ewlehiya sindoqan dan parêzeran.    Em hiqûqnas Li vir in, Ji bo Edaletê Hiqûqnas, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Enqereyê, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Piştevaniya Hiqûqnasan û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) bi gotina “Ji bo her sindoqekê parezerek” xebatên xwe yên ewlehiya hilbijartinê ku dabûn destpêkirin domandin. Gelek hiqûqnas tev li perwerdeya ku li Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û parlamentoyê yên dê di 14’ê Gulanê de bên kirin, hate dayîn bûn. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê û nûnerê Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî li ser Zoom’ê beşdar bû û perwerde pêşkeş kir. Piştî Tiryakî, bi pêşkeşvaniya perwerdekar Denîz Derînyol ji parêzerên li ser sindoqan peywîrê bigirin re perwerdehiya ewlehiya hilbijartinê hate dayîn.