Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin 2023-04-29 20:29:54 STENBOL - Ji rojnamevanên ku binçavkirin û girtin hevpîşeyên xwe şermezar kirin 6 jê rastî êrişa polîsan hatin û hatin binçavkirin.    Kedkarên Çapemeniya Azad, ji bo hevpîşeyên xwe yên k udi operasyonên Amed û Enqereyê de hatin binçavkirin û girtin, li ber Operasya Sureyyayê ya li Kadikoya Stenbolê xwestin daxuyaniyekê bidin.  Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek rojnamevanên pê re ku hatin ber operayê, ji aliye polîsan ve hatin dorpêçkirin.    POLÎSAN ÊRIŞ BIR SER ROJNAMEVANAN    Piştî ku rojnamevanan dowîzên ku li ser wan “Çapemeniya azad natepise” û “Em huş nabin” bilind kirin, polîsan êriş bir ser wan. Piştî vê rojnamevanan bi yek dengî dirûşmeya “Çapemeniya Azad natepise” berz kirin. Piştî dirûşmeyan rojnamevan Pinar Gayip, Zeynep Kûray, Eylem Nazlier, Serpîl Unal, Esra Soybîr û Yadîgar Aygun hatin binçavkirin.    Her wiha rojnamevanên ku xwestin dîmenan bigirin jî, polisan êrişî wan kir û li wan xistin.    Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulumê jî bertek nîşanî vê da û got: “Hûn nikarin denge heqîqetê bibirin.”