Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin 2023-04-30 09:07:07 RIHA - Girtiyê nexweş Eyup Kodîn ku ji ber nexweşiya xwe di 5'ê sibatê de cezayê wî 3 mehan hatibû taloqkirin, cardin hate girtin.    Girtiyê nexweş Eyup Kodîn (49) di sala 2019'an di çarçoveya lêpirsîna "KCK"ê de li navçeya Wêranşar a Rihayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hate girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Piştî 3 salên li Girtîgeha Sêwregê ya Tîpa T a Hejmara 1'ê, Kodîn ji dilê xwe emeliyat bû û ji ber vê bijîşkan rapora "rewşa tenduristiya wî di xetere de ye" dawî. Piştî raporê parêzerên wî ji bo taloqkirina cezayê wî serlêdan kirin. Piştî serlêdanê cezayê Kodîn 3 mehan hate taloqkirin û di 5'ê sibatê de hat berdan. Lê çendî tenduristiya wî baş nebûye jî Kodîn di 28'ê nîsanê de careke din hate girtin.    Kodîn, berê têkildarî girtina xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û wiha gotibû, "Heke ez cardin bikevim girtîgehê, ez ê bimirim."   'GIRTÎGEHÊ EZ NEXWEŞ KIRIM'   Kodîn anîbû ziman ku berî bê girtin tu nexweşî bi wî re tune bûne û got ku şert û mercên girtîgehê ew nexweş kiriye. Kodîn bilêv kiribû ku kerika guhê wî teqiyaye lê beriya ku parêzer bên ew nebirine nexweşxaneyê. Kodîn diyar kiribû ku nexweşiya tansiyon, êşa dil û û nexweşîna piştê pê re heye û wiha got: "Şert û mercên girtîgehê ji bo girtiyên nexweş ne guncav in. Di pêvajoya pandemiyê de, ez nebirim nexweşxaneyê. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê gelek beşên bijîşkan tune ye. Gelek girtiyên nexweş ji ber şert û mercen girtîgehê nekarin tedawî bibin. Piştî ku di 23'yê çileyê de emeliyata bayîpasê bûm, bi lez û bez bi zora leşkeran ez ji nexweşxaneyê taburcî kirim û birin girtîgehê. Li nexweşxaneyê jî destên min kelemçekirî bûn. Di van şert û mercan de ez nikarim du rojan di girtîgehê de bimînim. Ez ê bimrim."    Kodîn bal kişandibû ser ku piştî sê mehan wê careke din nexweşiya wî bê lêkolînkirin ka nexweşiya wî li gorî şert û mercên girtîgehê guncav e yan na û ev tişt gotibûn: “Ez nikarim di girtîgehê de bimînim. Ger di encama lêpirsînê de ez vegerim girtîgehê û li wir tiştek bi min bê, berpirsyar ew rayedar in ku ev biryar dane. Dema ez ji nexweşxaneyê derketim, bi monîtorê ve girêdayîbûm, tevî ku motora buharê di pozê min de hebû jî, bi darê zorê destên min kelemçe kirin, ez li wesayîta leşkerî siwar kirim û birin girtîgehê. Ambulans jî nedan. Ne mimkûn e ku ez bi saxî ji wir derkevim. Hevalên min li girtîgehê li min dinêrîn. Dema rewşa min dîtin digiriyan."   'NEMIROVÎ YE'   Kodîn destnîşan kiribû ku piştî biryara berdanê leşkeran jê re gotiye "Ev sûcdarekî terorîst e, çawa hat berdan" û gotibû ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Kodîn axaftina xwe wiha bi dawî kiribû: “Mirovekî nexweş nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne. Bi tu awayî ne mirovahî ye ku mirovek nexweş di girtîgehê de bimîne. Ger kesek ji ber nexweşiya xwe muhtacê lênêrînê be, pêwîstiya wî bi dermankirinê heye, divê di girtîgehê de nemîne. Anku wê min bi vî halî bi rînge bibin girtîgehê. Bi kîjan wijdanê dê min bibin girtîgehê."   MA / Mahmût Altintaş