Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê 2023-04-30 09:12:45 EDENE - Li Girtîgeha Kurkçulerê rêveberiya girtîgehê ji xizma girtiyekî ku platîn di nigê wê de ye xwestiye du caran di X-Rayê re derbas bibe. Xizmên girtiyan jî bertek nîşan daye. Ji ber vê li 11 xizmên girtiyan cezayê qedexekirina hevdîtinê hatiye birîn. Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê, rêveberiya girtîgehê di dema hevdîtina cejnê de ji Emîne Ozbey, xizma girtî Şefîk Ozbey, xwestiye du caran di amûra X-Rayê re derbas bibe. Ozbey jî ji ber ku platîn di nigê wê de heye û xizmên din ên girtiyan li ber vê rabûbe. Ji ber vê li Ozbey û 10 xizmên din ên girtiyan cezayê qedexekirina hevdîtinê hatiye birîn. Bûyer di 20'ê nîsanê de, di dema hevdîtina cejnê de qewimiye.    Di ewraqa lêpirsînê de, hatiye destnîşankirin ku piştî hevdîtinê gardiyanan ji Emîne Ozbey xwestine careke din di amûra X-Rayê re derbas bibe. Di ewraqê de hatiye diyarkirin ku girtî Îbrahîm Karakaş jî li ber vê kirinê rabûye û gotiye: "Em vê pêkanînê qebûl nakin. Serdêrên me ji serî heta binî rastî lêgerînê tên û bi ser de jî em ê di deriyên bi X-Ray re derbas bibin. Heke hûn bikin, tenê hûn ê vê bêyî vîna me bikin."    Gardiyanan jî wekî hinceta îşareta bi "ewlehiyê" kirine. Hat destnîşankirin ku vê carê girtî jî di amûra X-Rayê re derbas kirine. Di eraqê de hatiye diyarkirin ku girtiyên ku li ber vê kirinê rabûne dirûşmeya "Bimire pêkanîn kêfî" berz kirine.    Di ewraqa lêpirsînê de hatiye destnîşankirin ku gava gardiyanan girtî birine qawîşên wan, xizmê girtiyekî Abdullah Mûrad Karakaç bi kurdî dirûşme berz kiriye.    Ji ber vê li Abdûllah Mûrad Karakaş 6 meh, li xizmên girtiyan ên din Leyla Karakaş, Seyîthan Akan, Bînnaz Karakaş, Esman Akan, Yûnûs Ozbey, Sûzan Ozbey, Leyla Ozbey, Sozdar Ozbey, Orhan Ozbey û Emîn Ozbey jî 2 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê hatiye birîn.    'ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK   Abdllah Mûrad Karakaş anî ziman ku malbata Ozbey di her hevdîtinê de bi heman pirsgirêkê re rû bi rû dimîne û got ku ya li malbata tê kirin îşkenceyeke sîstematîk e.    MA /  Hamdûllah Yagiz Kesen