Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe 2023-04-30 09:28:30   WAN - Xelkê Wanê diyar kir ku dê di hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha gotin: “Desthilata AKP’ê êdî asê bûye, dê vê carê teqez têk biçe.”     Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê çendek roj mane û kelecana gel jî roj bi roj zêdetir dibe. Têkildarî mijarê em bi xelkê bajarê Wanê re axivîn. Xelkê bajar dibêje ku ew li gel guherînê ne û dê di hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    GUHERÎN ŞERT E    Welatiyê bi navê Selahattîn Gunbaş diyar kir ku dê di hilbijartina parlamenteriyê de dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û di ya serokkomariyê de jî bide Kemal Kiliçdaroglû. Gunbaş, wiha domand: “Ez li gel guherînê me. Ez zarokan ji nexweşxaneyê tînim, her dermanek bûye 350 TL. Li vî welatî tu tiştek nema ku nefirotibin. Di demên berê de min dengê xwe dida AKP’ê lê ez ê niha ji bo pêşeroja zarokên xwe û ji bo guherînê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Guherîn, şert e.”    Ji welatiyan Fulya Gunduz ku dê cara ewil dengê xwe bide jî bal kişand ser pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî yên Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Em halê Tirkiyeyê dibînin. Em nikarin bi awayekî azad biaxivin û nizanin dê çi bi serê me bê. Rewşa aboriyê nebaş e. Em ji bo welêt pêşerojekê nabînin. Êdî em naxwazin li vir bixwînin jî. Ji ber ku tiştekî bi navê perwerdeyê nema.”    ‘ASÊ BÛNE Û DÊ TÊK BIÇIN’   Welatiyê bi navê Şukru Kiziltaş jî got ku dê her tim piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk û sedema wê wiha vegot: “Ev 20 sal in AKP tenê zilmê diafirîne. Ez dixwazim êdî ev zilm bi dawî bibe. Îşala em ê di van hilbijartinan de vê îktîdarê têk bibin. Hêj 3 roj berê zêdetirî 200 kes binçav kirin. Heta sedema binçavkirina wan jî nayê zanîn. Ev kes kurd bûn lewma hatin binçavkirin. Heke kurdan bigota ku dê dengê xwe bidin wan, dê bidaniyan ser serê xwe. Anku ji ber nedayîna dengan hatin binçavkirin. Dibêjin ‘teror’ lê terora herî mezin ew bi xwe ne. Binêrin, dema destê wan tengav bû yekser bi Abdullah Ocalan û hemû kurdan re hevdîtinan dikin. Lê vê carê asê bûne û dê têk biçin.”    ‘HETA ZIMANÊ ME JÎ QEDEXE YE’   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Haci Koç jî anî ziman ku desthilatdarî her tim li ser nasnameya misilmantiyê siyasetê dike û wiha pê de çû: “Li dijî kurdan nîjadperestiyê dike. Nîjadperestî heram e û dînê îslamê vê dibêje. Zimanê me kurdan li hemû dewletan qedexe ye lê tenê li welatên misilmanan qedexe ye. Çima? Înkarkirina gelekî û zimanê wan kufirî ye. Em dixwazin her kes bi mafên xwe bijî. Em vê daxuyaniyê jî di bin dorpêça bi hezaran polîsan de dikin. Em van qedexeyan qebûl nakin. Lewma kurd bibêjin dengê xwe bidin kê ez ê dengê xwe bidin wan. Ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk.”    DESTHILATÊ TU PÊŞEROJ BO CIWANAN NEHIŞT   Ciwanê bi navê Îpek Bayram jî got ku ji ber pirsgirêkên li Tirkiyeyê tu pêşeroj ji ciwanan re nehatiye hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe krîza aborî roj bi roj girantir dibe û her roj zeman dikin. Em xwendekarin lê nikarin bixwînin. Dema dixwazin tiştekî bikirin, nikarin bikirin. Li dijî van qewimînan, em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.” Welatiya bi navê Şeyma Maral jî diyar kir ku dê di hilbijartina parlamenteriyê de dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û di ya serokkomariyê de jî bide Kiliçdaroglû. Suleyman Babat jî anî ziman ku dê piştgiriyê bide Partiya Çepên Kesk û wiha dom kir: “Em nikarin pênc qirûşan bidin zarokên xwe lê ew ji zarokên xwe re keştiyan dikirin û holdîngan vedikin. Lewma em dengê xwe nadin desthilatdariyê. Em dixwazin desthilat biguhere ji ber ku bi navê hiqûqê tu tiştek nema ye. Dê bi temamî biçin.”    'BILA GOTINÊN XWE BAŞ BIFIKIRIN Û PIŞTRE BIKIN’   Zahîr Agdar jî got ku dê dengên xwe li dijî desthilatê bi kar bînin û wiha derbirî: “Em nikarin bo zarokên xwe du nanan bikirin. Marûl bûye 20 TL. Lewma ez ê di hilbijratina parlamenteriyê de dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Dê di hilbijartina serokkomariyê de jî li dijî Erdogan, dengê xwe bidim Kiliçdaroglû.”    Derheqê mijarê de Necmettîn Baran jî bi lêv kir ku meclis meclisa gel e lê desthilat parlamenteran weke “terorîst” pênase dike û wiha got: “Bila tu kes nebêje me ‘terorîst.’ Em ne terorîst in, em mirov in. Min diavêje zindanan, min dikuje. Ew meclis, meclisa kurdan, ya tirkan û ya her kesî ye. Divê di hilbijartinê de her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û wisa dengê xwe bide.”    HILBIJÊRÊN NÛ DENGÊ XWE DIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK    Bîlal Teber jî anî ziman ku desthilata AKP’ê di nava 20 salan de texrîbateke mezin afirandiye û wiha derbirî: “Ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk ku bi salan e di girtîgehan de ne, tên binçavkirin, girtin û malên wan tên şewitandin. Em ê vê desthilatê têk bibin.” Kerem Îke jî got ku xelk di nava perîşaniyeke mezin de ye û dê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Ji ciwanan Îbrahîm Yurdugîl, Mîkaîl Faîk, Tuncer Bîçer, Ayaz Argu, Îbrahîm Aslan, Tayfun Yildirim û Ozgur Dînçer ku dê cara ewil dengê xwe bidin jî diyar kirin ku dê ji bo pêşeroja xwe dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.    MA / Cengîz Ozbasar