Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan 2023-04-30 09:36:01 AMED - Rojnamevan Ahmet Kanbal ê di operasyona navenda wê Amed bû de hat binçavkirin û berdan wiha got: “Ji bo ku Suleyman Soylû twîtek parve bike, sê çar peyv binivisîne ev operasyon hat kirin.”  Serodozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya îfadeyên şahidê navê wî eşkere Umît Akbiyik de lêpirsîn da destpêkirin û li 21 bajaran rojnamevan, hiqûqnas, hunermend, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl di nav de derbarê 216 kesan de biryara binçavkirinê da. Ji 145 kesên hatin binçavkirin 51 kes ji wan bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin û 94 kes jî hatin berdan.   Ji rojnamevanên hat binçavkirin jî yek jê nûçegihana Ajansa Mezpotamya Ahmet Kanbal piştî 4 roj şûnve derxistin edliyeyê û bi şertê kontrola edlî hat berdan. Kanbal diyar kir ku operasyona beriya hilbijartinê operasyona  hatiye kirin “operasyona qirkirina siyasî ye.”    'JI BO SOYLÛ TWÎT PARVE BIKE, OPERASYONÊ LI DAR XISTIN’    Kanbal diyar kir ku ew binçavkirina rojnamevan û hiqûqnas jî di nav de ku di erefeya hilbijartinên 14’ê Gulanê de pêk hatiye wek “xebata hilbijartinê ya îktidarê” dinirxîne û got: “Îktidarê li gorî xwe di bin navê KCK’ê de operasyonek li dar xist. Ji ber ku hilbijartin nikare li qadan propaganda xwe bike, êrişî kurdan dike. Nexasim di demên dawî de li dijî rojnamevanan operasyonên binçavkirinê yên senaryoyê tê amadekirin. Bi hûnandina dîmenan operasyonê amade dikin. Paşê jî van dîmenan serwîs dikin. Di vî warî de Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî ji bo twîtek belav bike û sê çar peyvan binivisîne ev operasyon hat lidarxistin.”   Kanbal da zanîn ku beriya hilbijartinê ji bo xebatên siyaseta kurd bên astengkirin, li dijî hiqûqzanan û rojnamevanan operasyonê li dar dixin û got: “Her ku em ber bi 14’ê Gulanê ve diçin ji bo xwe di nav girseya xwe de li ser pêya bigirin, van operasyonên bêhiqûqî li dar dixin. Operasyonê spartine îfadeyên kesekî. Ev kesê ku axivî ye û îfade daye hema bêje navê gelek kesan nizane û nas nake. Ji bo îktidar propaganda xwe ya hilbijartinê bike, vê operasyonê li dar xist.”    FERMANA ÎKTIDARA SIYASΠ   Kanbal destnîşan kir ku operasyon di çarçoveya fermana îktidarê de pêk hatiye û wiha axivî: “Biryarên binçavkirinê û girtinan ne biryaren dozger û dadgeran bû. Ev rasterast îktidara siyasî vê dosyeyê amade kiriye. Di çarçoveya ferman û biryarên dan de gelek kes hatin girtin. Di vê çarçoveyê de ev operasyona qirkirina siyasî ye.”    'DIZANIN WÊ TÊK HERIN’    Kanbal anî ziman ku zextên li dijî çapemeniya kurd ne ya ewil e û ne jî ya dawî ye û wiha got: “Ewilî hevalên me li Amed û Enqereyê hatin girtin. Lê belê berxwedana çapemeniya kurd her tim dewam kir. Çimkî çapemeniya azad a kurd xwedî raboriyek têkoşînê û berxwedanê ye. Apê Mûsa û şagirtên xwe di çarçoveya êrişên qirkirinê de hatin kuştin. Em ji xwe re dibêjin, ‘Generalên Apê Mûsa’. Li dijî van êrişan çapemeniya kurd qet bêdeng nema û wê bêdeng nebe jî. Dizanin wê têk herin û winda bikin, lewma jî êrişî çapemeniya kurd dikin. Wê çapemeniya kurd jî her tim li ber xwe bide.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Kanbal da zanîn ku dê di vê pêvajoya krîtîk de berdewam bike û banga piştevaniya ji bo çapemeniya azad a kurd kir.    MA / Zerrîn Sargût