Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn 2023-04-30 11:17:37 ŞIRNEX - Otobûsa ku leşker vediguhest li ser rêbeja di navbera bajarokên Gundikêmelê-Sêgirkê de wergeriya. Di qezayê de 2 leşker mirin û 45 jî birîndar bûn.    Otobûsa bi plakaya 73 FE 108 a leşker vediguhest, li ser rêbeja di navbera bajarokê Gundikmelê û bajarokê Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê qeza kir. Otobûs, di betanê de gêr bû û di encamê de 2 leşker mirin û 44 leşker û ajokar jî birîndar bûn.    Li ser qezayê komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin vegguhestin û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Otobûs, bi vînçan ji cihê qezayê hate rakirin û têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.