Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin 2023-04-30 15:47:07   ENQERE - Rojnameger Sedat Yilmaz ku di çarçoveya operasyona binçavkirinê ya navenda wê Enqereyê de hatibû binçavkirin û 15 saetan destkelemçekirî hate hiştin, li Enqereyê rastî êrişa polîsan hat. Yilmaz got ku ji ber pêhna li serê wî hatiye xistin, guhê wî baş nabihîze û gelek diêşe.    Bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriyê Komarê ya Enqereyê, duh li 15 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser mala Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz de jî girtin. Di serdegirtinê de rojnameger Dîcle Muftuoglû, Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz li Amedê; xwişka Yilmaz, Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê hate binçavkirin. Binçavkirî, di çarçoveya lêpirsînê de anîn Enqereyê. Piştî bidawîbûna qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 24 saetan, parêzeran bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Rojnameger Muftufoglû û Yilmaz dan zanîn ku dema bi otobûsê dianîn Enqereyê, di 15 saetên rêyê de destkelemçekirî mane û 24 saetan xwarin jê re nehatiye dayîn. Her wiha di nava 15 saetan de hemû daxwazên rojnamegeran jî hatine paşguhkirin.    POLÎSAN ÊRIŞÎ ROJNAMEGER YILMAZ KIRIN   Rojnameger Yilmaz di hevdîtina bi parêzerê xwe re de anî ziman ku dema li Enqereyê radestî polîsan dihat kirin û li otobûsê dihat siwarkirin, polîsekî pêhnek li serê wî xistiye û ji ber vê êrişê jî guhê wî baş nabihîse û gelek diêşe. Bi domdarî Yilmaz anî ziman ku di dema êrişê de heqaret lê hatiye kirin û ev agahî dan: “Em 15 saetan destkelemçekirî man. Lewma dest û stûyê min pir zêde diêşin. Di heman demê de di bin navê ‘sihbetê’ de sîxûrtî li me hat ferzkirin. Ez li dijî vê ferzkirina polîsan derketim lewma dîsa heqaret li min hate kirin.”    Ji bo ku Yilmaz bibin nexweşxaneyê û rapora derbkirinê wergire, parêzer di nava hewldanan de ne.    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Rojnamegerên di bin çavan de di dema hevdîtina bi parêzerên xwe re de diyar kirin ku kesek nikare wan bêdeng bike û dê karê xwe bidomînin. Rojnamegeran ev peyam dan: “Tevî hemû zextan jî em ê rêya xwe û têkoşîna xwe bidomînin.”