Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir 2023-05-01 09:00:59   SEMSÛR -  Piştî erdhejê dewlet li Semsûrê îhmalkarî kir û ji ber vê îhmalkariyê gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Yûsûf Ozperçîn ji bo karesata navborî veguhere doza komkujiyê gilî kir.    Erdehên navendên wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, tesîrê li ser 11 bajaran kir. Di van erdhejan de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Piştî erdhejê tişta herî zêde bû cihê nîqaşê û bertekan jî, mudaxileya dereng û xemsariya dewletê bû. Li Semsûrê ku li gor hejmarên fermî zêdetirî 11 hezar kesî jiyana xwe ji dest da, piştî erdhejê bi rojan mudaxile nehat kirin û ji ber vê gelek kes bi rojan di bin kavilan de man û ji birçîna û sermayê jiyana xwe ji dest dan.    Ji kesên ku bi rojan di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan yek jê jî Serokê Komeleya Pîr Sultan Abdal a Şaxa Semsûrê Zulfikar Yilmaz û malbata wî bûn. Zulfikar Yilmaz, diya wî, zavê wî, xwişk û xwarziyên wî bi rojan di bin kavilan de man, Yilmaz piştî 4 rojan û ferdên malbatê yên din jî piştî 7 rojan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Parêzerê malbatê Yûsûf Ozperçîn ragihand ku li ser navê malbata Yilmaz serî li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê da ye ku erdheja Semsûrê veguhere doza komkujiyê.    DELÎL HENE   Ozperçîn anî ziman ku di destê wan de delîl hene ku sedema van mirinan xemsariya dewletê ye û ev tişt gotin: "Piştî 4 rojan jî ji bin kavilan de dengê dayika Zulfukar Yilmaz dihat. Lê tu mudaxale nehat kirin ev yek bi dîmên belgekirî ye. Her wiha avahiya Yilmaz a ku hilweşiyaye, ewraqên wê yên rûxsetê kêm in û ev jî berpirsiyariya şaredariyê ye. Li ser van delîlên malbata Yilmaz, ev yek ji bo bibe emsalek me serledan kir ku ev erdhej veguhere doza komkujiye. Her wiha şahidên me jî hene ku AFAD û saziyên din bi rojan mudaxile nekirine."   PÊVAJOYA DOZÊ   Ozperçîn bal kişand ser pêvajoya dozê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di destpêke de doz dê li ser tespîtkirina sûcdaran û delîlan biçe. Piştre jî ne tenê li ser cezakirina kiryaran, her wiha pêvajoyeke ku xemsariya dewletê derkeve holê wê bê destpêkirin. Yanî dozeke ku ne tenê ji aliye cezakirinê ve her wiha ji aliyê îdarî ve jî pêvajoyeke dozê heye. Yanî ne tenê nûnerên saziyan, sazî bi xwe jî sûcdar in. Dê dadgeha îdarî li vê binere. Di destpêke de kiryar dê bên cezakirin û pişt re jî ji bo mafê mexdûrên erdhejê bê dayin dê pêvajoyeke bidome."   'XEMSARIYA DEWLETÊ BÛ SEDEMA KOMKUJIYÊ'   Ozperçîn destnîşan kir ku xemsariya dewletê bû sedema komkujiyê û wiha got: "Gelek kes bi rojan di bin kavilan de li benda alîkariye bûn, lê ji ber ku alîkariya wan nehat kirin, ji birçîna û ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Gelek mexdûrên erdhejê ku em bi wan re axivîn gotin ku ji bin kavilan deng dihat lê ji ber ku mudaxile nehat kirin piştî demekê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê sedema mirinan ne erdhej e, xemsariya dewletê ye. Ji ber wê jî me serlêdan kir ku ev erdhej veguhere doza komkujiye."   Ozperçîn bi lêv kir ku heta niha tu encam ji lêpirsînê derneketiye û got ku ev binpêkirina mafan e. Ozperçîn axaftina xwe wiha domand: "Em dixwazin ku malbata Yilmaz bibe emsalek. Ji ber ku gelek kesan bi vî awayî jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku em bikaribin hesap bipirsin û doza mafê xwe bikin, divê bi tevahî em serlêdanan bikin.   'DIVÊ MALBAT SERLEDANÊ BIKIN'   Ozperçîn di dawiya axaftina xwe de ji bo mexdûrên erdhejê û saziyên sivîl tev li pêvajoyê bibin wiha bang kir: "Di pêvajoya pêş me de, ji bo baro, malbatên ku xizm û nasên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û saziyên sivîl ên demokratîk tevlî vê pêvajoyê bibin em ê bixebitin. Bi taybetî jî kesên ku malbat, xizm û nasên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane divê ji bo hesappirsîne serlêdanê bikin. Pişt re jî ji bo ev kes mafên xwe bizanibin divê baro û sazî jî tevlî pêvajoyê bibin û di raya giştî de deng vede."   MA / Mahmût Altintaş