Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir 2023-05-01 09:07:03   TEKIRDAG - Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk Kenan Yildiz, bal kişand ser mitînga ku dê li Tekirdagê bê lidarxistin û got ku ew ê ji Tekirdagê peyama jiyana demokratîk û bi hev re bidin.    Partiya Çepên Kesk ku xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne, li gelek bajaran bi mîtîngan xwe digihîne hilbijêran. Di vê çarçoveyê de dê di 7'ê gulanê de saet di 17.00'an de li Qada Çorlû Heykelî ya li Tekirdagê mitîng bê lidarxistin. Dê hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û namzetên parlementeriyê yên Tekirdagê beşdarî mitîngê bibin.    Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk Kenan Yildiz, ji bo beşdariya li mitîngê bang kir: "Ji bo ku em desthilatê bavêjin ser sergoyê dîrokê, em ê dengekî bihêz derxin."    BAYÊ DEMOKRASIYÊ   Yildiz diyar kir ku atmosfera li Kurdistanê li gelek bajarên Tirkiyeyê jî belav bûye û got: "Bayek tê. Ev bayê ku bi bandora daxwazên rewa yên gel ên ji bo demokrasî û azadiyê tê, bi heman awayî li Trakyayê jî tê."    DESTPÊKEKE NÛ   Yildiz ji bo mîtînag ku dê di 7'Ê Gulanê de bê lidarxistin wiha bang kir: "Werin em bi hev re jinûve dest pê bikim û bila Tekirdag bibe mînak. Bila cihêrengiya me bibe mînaka jiyana demokratîk û bi hev re. Em ê di 7'Ê Gulanê de li navenda Trakyayê, li Qada Ataturkê mîtîngeke mezin li dar bixin. Armanca me em mîtîngeke herî kêm bi beşdariya 20-30 hezarî li dar bixin. Me di saka 2015'an de bi beşdariya zêdetirî 15 hezar kesî mîtîngek li dar xist. Lê êdî em dizanin ku ev ji bo Tekirdagê ne bes e. Vê carê em ê bi 30 hezra kes li gel hev bin. Em ê li vir peyamekê bidin. Em ê ji rejîma yekzilamî re bibêjin 'bisekin' û ji bo ku em wê bavêjin ser sergoyê dîrokê, em ê dengekî bihêz derxin. Em hemû gelê xwe vedixwînin mîtîngê."