Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin 2023-05-01 09:33:01 MÊRSÎN - Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, diyar kir ku Mêrsîn bajarekî kozmopolît e û got ku dê li bajêr rêjeya dengên xwe ji sedî sed zêde bikin.    Partiya Çepên Kesk ku li qadê ye û bi gel re dicive, li Mêrsînê bênavber xebatên xwe didomîne. Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku dê xwestek jiyana bi hev re ya gelan xwe di encamên hilbijartinê de bide der û got ku partiya wan dê di ser 100'î re parlementeran bişîne meclisê.    Alî Bozan di sala 1978'an de li Semsûrê hatiye dinê. Gava 6 salî bûye tevî malbata xwe di sala 1984'an de koçî Mêrsînê kiriye. Bozan li vir xwendiye û di sala 2022'yan de Fakulteya Hiqûqê ya Dokûz Eylulê ya Îzmîrê kuta kiriye.    Bozan ku li Îzmîrê dest bi parêzerê kiriye, di bin banê Komîsyona Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Baroya Îzmîrê û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem de xebitiye. Bozan, di sala 2004'an de vegeriyaye Mêrsînê û li vir tevî parêzerê di Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de xebitiye. Bozan gava xwendekarê zanîngehê bûye siyaseta kurd nas kiriye û di sala 2005'an de Serokatiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a Mêrsînê kiriye. Bozan, gava Serokê DTP'ê yê Mêrsînê bûye ji ber daxuyaniyeke xwe hatiye girtin û 2 mehan di girtîgehê de maye. Bozan piştî ku hatiye berdan, xebatên xwe ji cihê mayî domandiye. Bozan, ji ber 6 sal û 3 meh cezayê ku lê hatiye birîn di navbera 2010-2012'an de di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê de maye. Piştî ku ji Girtîgehê derketiye hem xebatên xwe yên siyasî hem jî yên hiqûqî domandiye.    Namzetê Mêrsînê Bozan behsa atmosfera hilbijartinê ya li bajêr kir.    MÊRSÎN BAJAREKÎ KURDAN E   Bozan diyar kir ku Mêrsîn bajarekî kozmopolîtîk e û got ku bi taybetî di salên 1990'î de gelek kurd ji ber zextên dewletê koçî vir kiriye. Bozan da zanîn ku li bajêr gelek kurd hene û got ku ji Mêrsîn di heman demê de bajarê kurdan e.    HÊVIYA GEL A JI PARTIYÊ   Bozan bal kişand ser hêviya gel a ji partiyê û got ku gel pêşî dixwaze meseleya kurd bê çareserkirin. Bozan wiha domand: "Tevahiya nasnameyên cuda yên li Mêrsînê pêşî dixwazin meseleya kurd bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin. Meseleya krud tenê ne ya kurdan e, di heman demê de ya tirk, ereb, ermenî û çerkezan e jî. Di vî warî de bernameya Partiya Çepên Kesk zelal e. Armanca wê ya sereke meseleya krud bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin. Em soz didin ku piştî desthilata AKP'ê û Erdogan biçe em ê pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê, meseleya kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser bikin."    ZÊDEKIRINA RÊJEYA DENGAN   Bozan ragihand ku eleqeyeke mezin a gelê bajêr ji bo Partiay Çepên Kesk heye û got ku ev yek dê xwe di sindoqan de jî bide der. Bozan bilêv kir ku ji ber vê eleqeya mezin dê partiya wan di ser 100'î re parlementeran bişîne meclisê û got: "Li Mêrsînê armanca me em dengên xwe û hejmara parlementerên xwe zêde bikin. Em ji vê yeqîn dikin. Em ê hem dengên xwe hem jî hejmara parlementerên xwe ji sedî sed zêde bikin."    MA / Îbrahîm Irmak