Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket 2023-05-01 10:56:50     AMED - Hejmara nû ya rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Faşîzm dê têk biçe” derket pêşberî xwînerên xwe.    Hejmara rojnameya Xwebûnê ya 176’emîn bi manşeta “Faşîzm dê têk biçe” derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameyê vê hefteyê di manşeta xwe de bal kişand ser oparesyona qirkirina siyasî ya di 25’ê Nîsanê de li dijî rojnamevan, hiqûqzan, siyasetmedar, hunermend û nûnerên rêxistinên sivîl hate kirin û wiha got: “Desthilata AKP-MHP’ê her ku hilbijartin nêzîk dibe û têkçûna xwe dibîne êrîşî kurdan dike. Mînaka wê ya herî dawî di operasyona qirkirinê ya dawî de hat dîtin. AKP-MHP çi bikin jî wê têkçûna wan bi destên kurdan be.”   Her wiha rojnameyê cih da nivîsa Xoser Welat a bi navê “Weçînayîşê 14’ê Gulanê”, Munewer Azîzoglû Bazan a “Bendeya Netewperestiyê”, Îbrahîm Seydo Aydogan a “Bûrda me”, Ahmed Kanî ya “Di wêjeyê da penaberî û mînaka HANGAR FÜNF/Derîyê winda” Felemez Ûlûg a “Li dijî faşîzmê serî hilde”, Dildarê Amedê ya “Roja 15’ê Gulanê”, Zana Welat a “Raperîna karkeran û 1’ê Gulanê” û ya Ramazan Olçen a “Bimre Faşîzm”.    Di rûpela zaravayê kirmanckî de jî cih da nivîseke li ser 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran û rûpela çand û hunerê de jî bal kişandiye ser xebatên Hunergeha Welat û cih daye hevpeyvîna li gel şanoger Berfîn Emektar ku têkildarî operasyonên li dijî hunermendan û şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê axivî ye.    Rojnameyê di rûpela herî dawî de jî cih daye analîza Agîd Yazar a bi navê “Xaldî, Teîşeba û Şevînî bi Wanê re ne” ya têkildarî Hilbijartinên 2023’yan ên li Wanê.