Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe 2023-05-01 12:27:27   ENQERE - Rojnamevan Habîbe Eren, Denîz Nazlim û Bêrîvan Altan ên li Girtîgeha Sîncanê girtî ne peyama 1’ê Gulanê şandin û gotin: “Rojên azad nêz in. Faşîzm wê têk biçe, bijî Çapemeniya Azad.”    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Denîz Nazlim û Bêrîvan Altan û nûçegihana JINNEWS’ê Habîbe Eren yên di 29’ê cotmeha 2022’yan de hatin girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ne, bi minasebeta 1’ê Gulanê Cejna Karkeran peyamên piştevaniyê şandin. Rojnamevanan peyamên xwe şandin Nûnertiya Basin-Îşê ya Enqereyê. Sendîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê name belav kirin.    Rojnamevanan gotinên “Faşîzm wê têk biçe, bijî Çapemeniya Azad” ên rojnamevan Abdurrahman Gok ê beriya çend rojan hat girtin, bi bîr xistin.    Peyamên rojnamevanan wiha ne:    EREN: DÊ TÊK BIÇIN    Habîbe Eren: Mîrate û têkoşîna gelan, kedakran û jinan ji dîrokê heta îro li çar aliyê dinyayê olan belav bûye. Îro roja destkeftiyên mezin ên kedkar û jinan e. Her çiqas dîktatoriyên faşîst hewl bidin vê kedê ji holê rakin jî lê li dijî wan dengê dirûşmên berxwedanê olan dide. Em 1’ê Gulanê li girtîgehan pêşwazî dikin. Her roj agahiyên ku hevpîşeyên me tên binçavkirin û girtin tên. Çapemeniya Azad jî ji van êriş û zextên îktidarê para xwe digire. Yên ku bawer dikin wê bi van êriş û bêdengkirina li ser Çapemeniya Azad wê têk biçin. Çawa ku pênûsa Apê Mûsa û Gurbetllî Ersoz û bi dehan rojnamevanên li naverasta kolanan hatin qetilkirin wê li erdê nemîne. Çimkî em bi vê bawer in. Ez bi vê wesîleyê 1’ê Gulana hemû gelan, kedkaran û jinan pîroz dikim. Helbet wê zext û zilm rabe û rojên azad nêz in.    ALTAN: ÇAPEMENIYA AZAD WÊ BÊDENG NEBE    Bêrîvan Altan: Me dixwest em 1’ê Gulanê li qadan bi kedkaran re pêşwazî bikin û nûçeyên wan bişopînin, lê em di girtîgehan de pêşwazî li vê rojê dikin. Îktidara AKP-MHP’ê bi êrişên li ser Çapemeniya Azad kampanya hilbijartinê bi rê ve dibe. Hevalên me ku heqîqetê dinivisînin tên binçavkirin û girtin. Di hefteyek dawî de gelek hevalên me rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Hevalên me yên rojnamevan Abdurrahman Gok, Mehmet Şah Oruç, Bêrîtan Canozer, Mîkaîl Barut û Remzî Akkaya hatin girtin. Îktidara ku ditirse dê têk biçe vê carê jî hevalên me Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz kir binçavan. Çapemeniya Azad ku di salên 90’î de bi bombekirin û qetilkirinan bêdeng nebû, dê îro qet bi binçavkirin, girtin û îşkenceyê bêdeng nebe. Hemû kedkar û karker û hevpîşeyên me ku îro qadên 1’ê Gulanê tije kirin dê bibin dengê me û em bawerin wê têkoşîna Çapemeniya Azad berfireh bikin. Em dibêjin wê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin.    NAZLIM: FAŞÎZM WÊ TÊK BIÇE    Deniz Nazlim: Em 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz dikin. Heke bi bedena xwe ne li wir in, lê ji aliyê manewî ve em beşdarî têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê, azadiya gelan û kedê dibin. Îro di 1’ê Gulanê de em rojnamevanên girtî hem ji bo ku em karê xwe bikin hem jî ji bo parastina mafên xwe dixwazin li van qadên bi coş û kelecan cihê xwe bigirta. Lê belê îktidara AKP'ê ya ku dixwaze rastiyan di tarîtiyê de bihêle, di hefteya dawî de bi dehan hevalên me kirin binçavan û 5 hevalên me hatin girtin. Tevî ku roj bi roj hejmara rojnamegerên girtî di girtîgehan de zêde dibe jî, hem rojnamegerên li pey rastiyê ne û hem jî yên ku mafên rojnamegerên girtî diparêzin hene. Ji ber vê yekê em pir rehet in. Em di wê baweriyê de ne ku coşa bi sed hezarên ku li qadan kom bûne wê bibe sedema azadî û demokrasiyê. Em ji her kesî re serkeftinê dixwazin, em ji bo dilê we silav û hêviyên xwe ji zindana Sîncanê dişînin. Weke hêja Abdurrahman Gok gotiye, 'Faşîzm wê têk biçe, bijî Çapemeniya Azad’.