Bi deh hezaran kes dimeşin Maltepeyê: AKP wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin 2023-05-01 13:32:31   STENBOL - Bi deh hezaran kes bi kortejên sendîka, partiyên siyasî, komele û saziyan meşiyan Qada Maletepeyê û dirûşma “Wê AKP biçe, kedkar wê bi ser bikevin” berz kirin.    Li Stenbolê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Hekîmên Diranan (TDB) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) mitînga 1’ê Gulanê tê lidarxistin. Beriya mitîngê bi hezaran kes meşiyan qadê.    KED A ME YE, SIBEROJ A ME YE    Pîrozbahiya 1’ê Gulana îsal bi dirûşmeya “Ked a me ye, siberoj a me ye” tê lidarxistin. Bi hezaran karker, kedkar, nûnerên sendîka, komele, sazî û partiyên siyasî li Rawestegeha Îdealtepe ya Marmarayê kom bûn. Li aliyekî govend hat gerandin li aliyekî dengê dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Zext nikarin me bitepisînin” olan dan. Bi deh hezaran karker û kedkar bi awayê kortejan meşiyan Qada Maltepeyê. Dayikên Aştiyê jî bi laçikên xwe yên spî û cilên xwe yên netewî tev li meşê û mitîngê bûn.    Rojeva pankartên îsal hatin vekirin hilbijartinên 14’ê Gulanê ye. Saziyên amadekar pankarta mezin a “Ked a me ye, siberoj a me ye” vekirin. Karker û kedkar bênavber dirûşma “AKP wê biçe, kedkar wê bi ser bikevin” berz dikin.    TIFAQA KED ÛAZADIYÊ: DÎSA EM    Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê bi pankarta “Dîsa em” vekirin û di meşê de cih girtin. Kongreya Demokratîk a Gelan jî bi pankarta “Li dijî faşîzm û kedwariyê serî hilde” meşiya qada mitîngê. Her wiha Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk jî pankartên, “Em ji malên kerpîç tên ku qesrên we hilweşînin”, “Israra di sosyalîzmê de israrbûna di mirovahiyê de ye” û “Li hemberî faşîzmê serî hildin dayika kurd” vekirin.      Her wiha karker û kedakaran bi sedan pankart û dovîzên li dijî polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê vekirin û hildan.    DAYIKÊN AŞTIYÊ    Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk jî di meşê de cih girtin.    PEYAMA OHD’Ê    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê jî bi pankartên “Hevalên me yên girtî berdin” û “Parastin û OHD nayê bêdengkirin” vekir û bertek nîşanî operasyona qirkirina siyasî ya 25’ê Nîsanê ya li Amedê da.    WÊNEYÊN KESÊN HATIN QETILKIRIN    Xwendekaran jî wêneyên Denîz Poyraz, Kemal Kûrkût û Tahîr Elçî hildan û meşiyan qadê.    Welatiyê bi navê Erol Temûrçî ku pîvazan bi stûyê xew ve danîbû xwest cihê qada kombûnê bibe, lê polîsan welatî bernedan qadê.      Beriya meş dest pê bike 10 xwînerên Partîzan bi hinceta ku flamayên Îbrahîm Kaypakkaya hildan hatin binçavkirin.