Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin 2023-05-01 19:18:42   SEMSÛR/ÇEWLIG - Partiya Çepên Kesk bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên Semsûrê li navçeya Kolikê buroya hilbijartinê vekir.   Partiya Çepên Kesk li Semsûrê xebatên xwe yên hilbijartina 14'ê Gulanê bênavber didomîne. Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartine de li navçeya Kolikê ya Semsûrê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê yên bajêr Alî Kenanoglû, Îzzet Karadag, Yuksel Yucedag, Bulent Çinar û Meryem Cerîtlî bi coşeke mezin buroya hilbijartinê vekir.    Namzetên parlamenteriyê û şandeya li gel wan beriya vekirina buroyê li navçeyê serdana dikandaran kirin û guh li wan kirin. Her wiha li navçeyê belavok hatin belavkirin. Di serdanê de di navbera namzetên parlamenteriyê û dikandaran de sohbetên xweş çebûn û şande ji aliyê gel ve bi coş hat pêşwazîkirin.    'EM Ê LI DIJÎ ZILME RABIN'   Piştî serdanê şande derbasî cihê buroyê û li vir bi tevlîbûna gelek kesan vekirina buroyê hat vekirin. Di destpêke de Yuksel Yucedag axivî û bal kişand ser tundî û zextên li ser jinan û got ku li dijî tundî û zextan wan her tim li ber xwe daye û wê her tim li ber xwe bidin.    Piştre jî Îzzet Karadag axivî. Karadag di destpêke de 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran pîroz kir. Karadag bi lêv kir ku coşa şêniyên Kolikê hêzeke mezin daye wan û wiha got: "Em ê bi hêza we li Kolikê bibin partiya yekem. Em ê li dijî zilmê, îşkence û dîktatoriyê rabin."    'BILA GELÊ SEMSÛRÊ JI BÎR NEKE'   Herî dawî jî Alî Kenanoglû axivî û di destpêke de 1'ê Gulanê pîroz kir. Kenanoglû anî ziman ku li gor çand û dîroka Kolikê tenê Partiya Çepên Kesk dikare bibe partiya yekem û ev tişt gotin: "Partiya me jî weke Kolikê hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne. Di meclîsê de em hemû gelan temsîl dikin. Em li cem karker û kedkaran in. Desthilata AKP-MHP'ê tenê sermayedaran diparêze, lê karker qet ne di xema wan de ye. Me ev di erdhejê de dît. Ji ber vê jî em dibêjin ku bila gelê Semsûrê di 14'ê Gulanê de desthilata ku ew ji bîr kirine ji bîr neke û dawî li vê zilme bîne."   ÇEWLIG   Partiya Çepên Kesk li taxa Selahattîn Eyyûbî ya Çewlîgê buroya xwe  hilbijartinê vekir. Namzetên parlementeriyê Cemile Tûrhalli û Farûk Aris û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr Emîne Yalçin û Lutfu Aslan, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr Mîhrîban Ekîncî û Feyzî Şahanoglû, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Hîşyar Ozsoy û endamên meclisa HDP'ê di nav de gelek kes tevlî vekirina buroyê bûn.    Di dema vekirina buroyê de dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" , "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jinan nabe" hatin berzkirin û bi coşeke mezin govend hat gerandin.    Di dema vekirinê de hat destnîşankirin ku dawiya desthilata heyî hatiye û dê di 14'ê Gulanê de bê hilweşandin.