Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn 2023-05-02 08:25:48 ENQERE - Hevseroka DFG’ê ya di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû de ku 4 roj in di binçavan de ye, xebatên wê rojnamevaniyê û seyahata ku kiriye û hevdîtinên bi rêya telefonê jê hatine pirsîn.    Karûbarên îfadeyên Hevseroka DFG’ê û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz, hevjîna wî Selma Yilmaz û xwişka wî Fîlîz Yilmaz, Cahît Kanbay,  Cîhan Guneş, Ramazan Debe, Erol Balci, Evîn Ozbek, Ridvan Aslan, Îsmaîl Adanmiş, Cahît Ablay, Mahmut Dogî, Devran Ak, Hasan Ozhan, Şemsettîn Toprak, Abdurrahîm Tanyerî û Mehmet Emîn Yildirim ku di çarçoveya operasyona navenda wê Enqere bû, bi dawî bûn. Tê payîn îro rojnamevan û welatiyên din bibin Edliyeya Enqereyê.    ‘ŞAHIDÊ’ DOZA KOBANÊ DÎSA LI SER KAR E    Di îfadeyên emniyete de tawanbariya li ser Muftuoglû spartin îfadeyên Kerem Gokalp û şahide veşarî yê bi koda “K8Ç4B3L1T5” ku navê wan di Doza Kobanê de, di doza SES’ê û TJA’yê de jî derbas dibe.    Muftuoglû di çarçoveya lêpirsîna hatiye birêvebirin de jê xebatên wê pîşeyî, seyahatên kiriye û qeydên HTS’ê hatiye sûcdarkirin. Di lêpirsînê de DFG’a ku Muftuoglû hevseroka wê ye û Ajansa Mezopotamya lê dixebite wek “dijqanûnî” hatin nîşandan.    Polîsan ji Ajansa Mezopotamya re got, “qaşo” lê Muftuoglû bertek nîşan da û got: “MA ajansek ku xwebatên xwe bi qanûnî dike ye. Ez ji li wir rojnamevaniyê dikim. Ez di çarçoveya tu fermanê de naxebitim.”    Ji Muftuoglû ku di sala 2017’an de ku ji bo referandûma li Herêma Kurdistanê bişopîne û çûye wir jî hatiye pirskirin.    QEYDÊN HTS’Ê HATINE PIRSÎN    Ji Muftuoglû qeydên telefonê yên di navbera salên 2013-2020’an de jê hatine pirsîn. Muftuoglû diyar kir ku yekî ji wan kesan jî nas nake û wê bi hevpîşe û çavkaniyên xwe nûçeyan re hevdîtin kiriye û hevdîtinên wê hemû di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de bûne.    QEYDÊN HTS’Ê YÊN DI NAVBERA SALÊN 2013-2020’AN DE    Her wiha qeydên Historical Traffic Search (HTS) yên di navbera salên 2014-2020, 2013-2016 û 2015-2020’an de yên li Wan, Amed, Şirnex û Edeneyê jî ji Muftuoglû hatin pirsîn. Sedema qeydên HTS’ê yên gelek kesan ji Muftuoglû hat pirsîn û Muftuoglû da zanîn ku ew gelek kesên navê wan derbas dibe nas nake û hemû qeydên navborî jî di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de kiriye.    PEREYÊ KU JI MALBATA Û HEVALÊN XWE RE ŞANDIYE KIRINE SÛC    Her wiha Sedat Yilmaz, hevjîna wî Selma Yilmaz û xwişka wî Fîlîz Yilmaz jî ji Muftuoglû hat pirsîn. Jixwe Muftuoglû û Sedat Yilmaz li heman ajansaê dixebitin lê dîsa jî jê pirsîne. Her wiha xebatkar û rojnamevanên li Ajansa Mezopotamyayê dixebitin ji Muftuoglû hat pirsîn. Qeydên hevpar ên rojnamevanan û Muftuoglû wek sûc hat nîşandan.    Ji Muftuoglû transfera pereyan a li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku midûra karên wê nivîsan bû, dîhaber ku xwediya wê îmtiyazê bû kiriye hatine pirsîn. Pereyê ku Muftuoglû di navbera xwe û malbat û hevpîşeyên xwe de kiriye û raporên MASAK’ê kirine mijara tawanbariyê.    ‘EZ ROJNAMEVANIYÊ LI BER ÇAVÊ HER KESÎ DIKIM’   Muftuoglû tawanbariyan red kir û diyar kir ku ew rojnamevan e, ev 3 roj in xebatên wê rojnamevaniyê hatine astengkirin û got: “Rojnamevaniya ez dikim ji raya giştî re vekirî ye, li ber çavê her kesî dikim.”